Serhildana Elîkê Batê
Serhildana Elîkê Batê
Ali Batı isyanı | |
---|---|
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dema avabûnê | 11ê gulana 1919an |
Dema bidawîbûnê | 18ê tebaxa 1919an |
Birêvebirin | |
• Serokê rêveberiyê | Elîkê Batê (serok) Hacoyê Haco Şemxûn Hacoyê Xortîk |
Îdeolojiya siyasî | Kurdayetî Antî-Tirkperestî |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Serhildana Elîkê Batê (bi tirkî; Ali Batı isyanı),[1] serhildaneke kurd li herêmên îro ya Nisêbîn, Mêrdîn û Midyadê bû ku bi armanca avakirina dewleteke kurd, wek li dijî siyaseta navendîbûnê ya di vê demê de li Împeratoriya Osmanî bû. Serhildan di dor sala 1919an de bû, Elîkê Batê, ku berî dilsozekî Osmanî bû û di Şerê Cîhanî yê Yekem de bi artêşa xwe aliya osmanî kir, serokê vê serhildanê bû. Şervanên wî piranî ji eşîra wî bûn.
Serhildan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Serokê eşîrê Elîkê Batê cara yekem di 15ê Tîrmeha 1913an de hat naskirin. Piştî têkoşîna şeş salan, ew û gelek zilamên xwe hatin kuştin. Bûyerên di Şerê Cîhanê yê Yekem de qewimîn û di vê serdemê de artêşa Osmanî di nava şer de bû, sedem ku bûyer dirêjtir bibin. Çalakiya Elîkê Batê bi taybetî li derdora navçeyên Midyad û Nisêbînê pêk hat. Di destpêka bûyerê de dewleta Osmanî tedbîrên zorê negirt û biryara rawestandina lêgerînên leşkerî da. Êrişa Elîkê Batê ya li Nisêbînê bû xaleke veguherî. Bi alîkariya hêzên leşkerî yên ji parêzgehên nêzîk êrîşeke berfireh li dijî wî hat destpêkirin. Elîkê Batê di 18ê Tebaxa 1919an de hat kuştin û ev bûyer bi dawî bû.[2][3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Türkçe Bilgi: Ali Batı İsyanı". Türkçe Bilgi (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 gulan 2023.
- ^ Yiner, Abdulnasır (5 kanûna pêşîn 2013). "BİR ASAYİŞSİZLİK HAREKETİ OLARAK ALİ BATI OLAYI (1913-1919)". Tarih Dergisi (bi tirkî) (54): 193–220. ISSN 1015-1818.
- ^ "ali batı isyanı". uludağsözlük (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 gulan 2023.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |