Serokê Almanyayê
Serokê Alamanyayê | |
|---|---|
Bundespräsident der Bundesrepublik Deutschland | |
| Serokwezîr | Kanslêr Alamanyayê |
| biguhêre | |
Serokê Almanya, bi fermî Serokê Federal yê Komara Federal a Almanyayê (bi almanî: Bundespräsident der Bundesrepublik Deutschland), serokê dewleta Almanya ye. Beriya 1945 û dawiya Almanya Nazî, serokên Alman bi fermî hatin binav kirin bi almanî: Reichspräsident. Li gorî destûra bingehîn a Almanya ya 1949 (Almanyaya Rojava), serokê ji bo maweyek pênc-sale tê hilbijartin. Serokê heyî Frank-Walter Steinmeier e.
Di destûra bingehîn Almanyayê de siyasetmedarê herî bihêz ne serok; lê serokwezîr, kanslêr, e (bi almanî: Kanzler (an Kanzlerin); bi fermî: Bundeskanzler (an Bundeskanzlerin) der Bundesrepublik Deutschland).
Dîktator Adolf Hitler hate kirin kanslêr, lê wî di heman demê de xwe wekî serokomar jî destnîşan kir. Ev di bin destûra bingehîn a Almanya de neqanûnî ye, û Partiya Nazî neçar bû ku qanûnê biguheze ku wê destûrê bide. Bi vê yekê, Hitler bû otokrat. Destûra bingehîn a nû ya Almanyayê, piştî Almanya Nazî, ji bo pêşî lê bigire ku otokrasî vegere welêt hate çêkirin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |