Sevdaliza
Jidayikbûn | |
---|---|
Nasnav |
Sevdaliza |
Hevwelatî |
Keyaniya Holendayê (en) |
Pîşe |
Rojnamevanê alîgir, street vendor, stranbêj û strannivîs |
Salên çalak |
Dp. |
Werziş | |
Instrument | |
Label |
Twisted Elegance (d) |
Şêweyê hunerê |
Electronic music (en) |
Malper | |
Dîskografî |
Sevdaliza discography (d) |
Sevda Alizadeh (z. 1ê Îlona 1987an li Tehranê), ku bi navê Sevdaliza tê naskirin, hunermend, stranbêj û hilberînerek holendî-îranî ye.
Kurtejiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Alizadeh di 1ê îlona sala 1987an de li Tehran, Îranê hatiye dinyayê.[1] Sevdaliza bi eslê xwe azerî, rûs û fars e.[2] Di pênc saliya xwe de tevî malbata xwe koçî Holendayê dibe. Di 16 saliya xwe de, ew ji malê derdikeve ku bûrsek basketbolê wergirtiye û di dawiyê de li tîmê basketbolê ya neteweyî ya Holendayê lîst. Piştre perwerdehiya zanîngehê werdigire û di warê ragihandinê de mastera xwe diqedîne.[3] Sevdaliza zimanên farisî, holendî, îngilîzî, fransî û portekîzî baş dizane.[4]
Ew di nîvê salên xwe yên bîstan de dest bi hilberîna muzîkê û projeyên multimedia kiriye. Albuma wê ya pêşîn ISON di 26ê nîsanê 2017an de hatiye weşandin ku tê de bandorên ji trip-hop, pop, R&B, elektronîk û muzîka kevneşopî ya farisî vedihewîne.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Sevdaliza Songs, Albums, Reviews, Bio & More |..." AllMusic (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tebax 2024.
- ^ Brimmers, Julian (22 gulan 2017). "Sevdaliza: "Ich habe noch nie ein fröhliches Lied gemacht"". Der Spiegel (bi almanî). ISSN 2195-1349. Roja gihiştinê 27 tebax 2024.
- ^ Kelly, Chris (14 çiriya pêşîn 2015). "Interview: Sevdaliza". Fact Magazine (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 tebax 2024.
- ^ "Meet Sevdaliza, A Dutch-Iranian Roamer Finding A Spiritual Home In Music". The FADER (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tebax 2024.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |