Seyîd Fehîmê Arwasî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Seyîd Fehîmê Arwasî (* 1825 li gundê Arwas a Miksê, parêzgeha Wanê, 30'ê adarê 1896, li gundê xwe Arwasê) yek ji zanyarên olê û fîlozofên kurd e.

Jînenîgarî[biguherîne]

Kurê Mele Evdilhemîdê Arwasî ye. Bavê xwe di biçûktiyê de winda dike. Li medreseya ku bav û kalên wî ava kiribûn, medreseya Mîr Hesen kurê Welî de perwerdeya Quran û zanîna bingehîn a Îslamê dibîne. Diçe Cizîrê, li cem Şêx Xalidê Cizîrî dersên fîlozofiya olî digire. Li navçeya Mûşê (Rojka) Kopê, ji Mele Resûlê Sipkî (Subkî ?) îcazeta zanistiya olî werdigire.

Di warê tasawufê de ji zanyarê nexşebendî yê navdar, Seyîd Tahayê Hekarî, li Nehrîyê dersên taybet digire. Demekê dirêj bi birayê xwe Seyîd Salihê Arwasî re li medreseyan dersdariyê dike. Piştî wefata birayên xwe sala 1865'ê tê gundê xwe Arwasê, medreseya gund bipêşdixe. Di nav de muftiyê Wanê Mihemed Emîn Efendî, Evdilhekîmê Arwasî jî, 60 şagirtan perwerde dike.

Di heman demê de salê du carê li medreseya Wanê Şabaniyeyê ders dida. Bi derketina şerê Osmanî û Rûsan de bo parastina Kurdistanê tevlî şer dibe. Keyê osmaniyan Siltan Evdilhemîdê II. wî vedixwîne Stenbolê. Li Misirê digere, li Erebistana Siyûdî payeya xelîfetiyê didin wî.

Ew welatparêzekî bûye[biguherîne]

Tevlî serhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî dibe, ji ber wê navbera wî û osmaniyan demekê sar dibe. Di çavkaniyên tirkan de behsa vê demê nayê kirin û ew wekî ku li dijî serhildanên kurd derketiye didin nîşandan ku ev ne rast e. Wî dixwest Osmanî tevlî desthilatdariya Kuridstanê nebe, xweseriya Kurdistanê hebe lê kurd jî li dijî dijminên osmaniyan, li cem wan têbikoşin.

Li gundê xwe jiyana xwe dide dest û gora wî li wir e. 9 lawên wî hebûn, Mihemed Emînê Arwasî, Reşîdê, Mazhar, Sidîq, Masûm, Hesen, Huseyîn, Salih û Nîzamedînê Arwasî. Medreseya gund gelek dewlemend bû, bi hezaran pirtûkên wê hebûn.

Çavkanî[biguherîne]

  • Eshâb-ı Kirâm (çapa 14.), r. 158-162, Hakikat Kitabevi (bi romî ye)