Seyithan Durmuş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Seyithan Durmuş, an jî bi navê xwe yê kurdî Bavê Baran, di sala 1994´î de li nêzîkî Anêrê bi tevahî sê gundiyên temendirêj ji hêla dewleta Tirk ve hatiye kuştin. Zewicî bû û xwedî 4 zarok bû. Lawê Evdilbaqî û Sekîneyê ye. Bavê Baran ji beriya 12ê Îlonê (12 Îlon 1980, Cuntaya leşkerî ya Tirkiyê) heya roja şehîd ketinê herdem ji bo kurd û Kurdistanê têkoşiya ye. Herwekî karker bû. Li Erebistana Siyûdî, Frensa, Germanistan hwd bi salan dima û aboriya malbata xwe bi rê ve dibir. Piştî hatina PKKê ya herêmê têkiliya wî bi wan rê çêbû. Wekî mîlîs kar dikir. Li nêzîkî gundê xwe tevahî sê mîlîsên gundên cîran dicivin. Ji babirokên artêşa Tirk tên gulebaran kirin û hemî bi hev re jiyana xwe ji dest didin. Artêşa Tirk leşê wan xirab dike û cenazeyên wan nade malbatên wan. Li nêzîkî baregeheke artêşa Tirk, li bajarê Mûşê meytên wan tên veşartin.