Simón Bolívar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Simón José Antonio de la Santísima Trinidad Bolívar Palacios y Blanco [siˈmɔm bɔˈliβar] (jdb. 24ê tîrmeha 1783an li Karakas, Venezuela; m. 17ê kanûna pêşîn a 1830an li Santa Marta, Kolombiya) yek ji azadîxwaz û têkoşerên Başûrê Amerîkayê yê navdar e.

Bolivar herwekî di hemî welatên Latîn Amerîkayê wekî leheng tê zanîn. Wî ji bo azadiya Latîn Amerîkayê têkoşiyaye, li serxwebuna ji DYA - Kanada û Ewropayê geriyaye. Îro ji bo gelek rêxistin û siyasetmedarên parzemînê fîlozofiya wî wekî rêber e.

Bolîvar di malbateke pirr dewlemend e ji dayîk bûye û perwerdeyekê baş dîtiye. Demekê dirêj li Ewropa jiyaye û geriyaye. Siyaseta Napolyon bala wî kişandiye. Piştî vegera wî li Latîn Amerîkayê dest bi şerê azadiyê ya li dijî dagirkeriya Brîtanya, Spanya û DYAyê dike. Li gelek welatên Latîn Amerîka hêzên çekdar birêxistin dike.

Herçendî ew di jiyana xwe de nagihîje armancên xwe jî, nêrîn û çalakiyên wî dibe bingeh û bi navê Bolîvarîzm gelek tevgerên azadîxwaz dadimezirin.