Simbêl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Împaratorê alman Kaiser Wilhelm II. bi simbêla qeytan
Salvador Dalî, bi simbêla xwe ya bi nav û deng Dalí

Simbêl ji ev pircên ku li ser leva jorîn mezin dibin re tê gotin.

Cûreyên simbêlan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Simbêla Împaratorê Kaiser / Simbêla Qeytan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

wek Wilhelmê Împarator II. (1859–1941) tê bi nav kirin
Simbêla ku her du aliyên xwe hemberî derve hatine tirmix kirin, hêla xwe ya rast û cepê dirêj in û bi awayeke gilover ber bi jor hatine sekil kirin. Da ku simbêl bigihêje vî sekilî, pêwîst e ku meriv sevekê qeytanek bi simbêlê xe.

Simbêla Dalî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

wek Salvador Dalí (1904–1989) hatiye bi nav kirin
Simbêla zirav a ku her du aliyên xwe ber bi jor dinihêrin. Da ku simbêl ewqas zirav be gerez meriv der û dora simbêlê qut bike. Dalí simbêla xwe wekî "anten"ên pîroz bi nav dikir ji boy girtina mesajên xwedayî.[1]

Kesên nas ên bi simbêla Dalî: Ingo Lenßen (jdb. 1961)

Simbêla Clark Gable[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hermann Obrecht, xwediyê simbêleka Clark Gable.
Antramanê alman ê hantbolê Heiner Brand bi simbêla Clark Gable.

wek Clark Gable (1901–1960) hatiye bi nav kirin.
Simbêleka gelek zirav e û di nava simbêl û lêva jorîn navberek heye.

Kesên nas ên bi simbêla Clark Gable: Errol Flynn (1909–1959), David Niven (1910–1983), John Waters (jdb. 1946), Clark Gable bi xwe pistrev xwediyê simbêla Menjou.

Simbêla Menjou[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wek Adolphe Menjou (1890–1963) hatiye bi nav kirin.
Simbêla ku her du aliyên wê hatine birîn, sê quncên xwe hene.

Simbêla Chaplin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wek Charles Chaplin (1889–1977) hatiye bi nav kirin.
Simbêla ku her du aliyên xwe hatine birîn heta ku 2–3 cm bimîne. Wek Simbêla Hitlerê jî tê nasîn.

Kesên nas ê bi simbêla Chaplin: Ferdinand Sauerbruch (1875-1951, doktor), Hermann Obrecht (1882–1940), Oliver Hardy (1892–1957, komedyen), Adolf Hitler (1889–1945, dîktatorê almanî), Abdalá Bucaram (jdb. 1952), Otto Heinrich Frank (1889-1980, bavê Anne Frank), Yitzhak Shamir (jdb. 1915, serokwezîrê îsraîlî), Ludwigê Mises (1881-1973, aborînasê lîberal û felsefevanê yahûdî, Moshe Sharett û Friedrich Kellner (siyasetmedarê alman ê SPD), Robert Mugabe (jdb. 1924, serokê Zîmbabwe) .

Simbêla Slavan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Simbêleka zehf qalind e, her du aliyên wê li jêr dinihêrin û heta alûşkê digihêjin.

Kesên nas ên bi simbêla Slavan: Janosch (jdb. 1931), Lech Wałęsa (jdb. 1943), Wolf Biermann (jdb. 1936), Lemmy Kilmister (jdb. 1945), Luigi Colani (jdb. 1928)

Simbêla Mors[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku wek simbêla herî mezin û qalind tê nasîn wek ajala morsê hatiye bi nav kirin.

Kesên nas ên bi simbêla Mors: Friedrich Nietzsche (1844–1900), Heiner Brand (jdb. 1952)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Freud und die Eisenbahn" Girêdana arşîvê 2011-02-04 li ser Wayback Machine, Die Zeit, 25. Juli 1975