Sonda jiyana bi kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sonda jiyana bi kurdî, sond û çalakiyeke sivîl e ku li dijî asîmîlasyon û astengkirinên ku li hemberî zimanê kurdî tê bikaranîn hatiye lidarxistin. Çalakiya sondxwarinê ji aliyê deh endamên Platforma Ciwanên Serbixwe li Qada Şêx Seîd li Amedê hatiye lidarxistin.[1][2] Ciwanên ku beşdarî çalakiyê bûne ji bo ku ji vir pê de dê di jiyana xwe yê li hemî perçeyên Kurdistanê bi kurdî biaxivin sond xwarine.[3]

Paşperdeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê astengkirin û asîmîlasyonek tundî li dijî zimanê û çanda kurdî ji aliyê Tirkiyê hatiye bikaranîn. Asîmîlasyon bi deman re her ku diçe li bajarên Bakûrê Kurdistanê bi astengkirina zimanê kurdî girantir dibe.[4][5] Asîmîlasyon ji aliyê hemî hikumetên dewletê ve bi reng û awayên curbecur hatiye bikaranîn. Di salên 2016 û 2019an de ji aliyê serokkomarê vê serdemê Recep Tayyip Erdoğan ve asîmîlasyon bi girtin û qedexekirina saziyên zimanê kurdî ku nav de enstîtûyên kurdî, rojname, dibistan, hemî qenalên televîzyonên Bakurê Kurdistanê û saziyên çandî hatine qedexekirin û hatine girtin, girantir bûye.[6][7][8]

Li hemberî asîmîlasyonê ciwanên kurd bi awayên curbecur ku bandora asîmîlasyonê li dijî zimanê kurdî kêm bike çalakî û xebatên curbecur pêk tînin.[9] Sonda jiyana bi kurdî yek ji van çalakiyan e ku li dijî asîmîlasyona Tirkiyê hatiye lidarxistin.

Sonda çalakvanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ciwanên ku li Qada Şêx Seîd a Amedê kom dibin ji bo ku jiyana xwe yê li Kurdistanê bi kurdî bijîn sond xwarin dest bi jiyana xwe yê bi kirin. Sonda ciwanên ev e;

Sond bi navê Xwedayê Kurdistanê! Sond bi navê Xwedayê Kurdistanê! Sond bi navê Xwedayê Kurdistanê!

Ez ê ji niha û pê de li Kurdistanê di hemû qadên jiyanê de bi Kurdî biaxivim! Ez ê ji niha û pê de li Kurdistanê di hemû qadên jiyanê de bi Kurdî biaxivim! Ez ê ji niha û pê de li Kurdistanê di hemû qadên jiyanê de bi Kurdî biaxivim!”

Heta hemû miletê kurd li welatê xwe di hemû qadên jiyanê de bi zimanê xwe biaxive ez ê di vê têkoşîna xwe de berdewam bim, ez ê berdewam bim, ez ê berdewam bim!

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Sonda çalakvanên jiyana bi kurdî". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2023.
  2. ^ "Li Amedê sonda "Kurdî axavtinê"". VOA Türkçe (bi tirkî). 5 çiriya paşîn 2023. Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2023.
  3. ^ Li Amedê sonda "Kurdî axavtinê" (bi tirkî), 5 çiriya paşîn 2023, roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2023
  4. ^ "Rêvebirên televîzyonên girtî biryarê çawa dinirxînin?". BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2023.
  5. ^ "12 qenalên TV û 11 radyo hatin girtin". www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). 29 îlon 2016. Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2023.
  6. ^ "Li vir komeleyên ku hatine girtin, parêzgeh bi parêzgeh hene". PolitikYol.com | Yorum, Analiz, Haber Sitesi (bi tirkî). 12 çiriya paşîn 2016. Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2023.
  7. ^ "Xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatin rawestandin, deriyê wê hat mohrkirin". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2023.
  8. ^ "Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya ku ji aliyê Musa Anter û Îsmaîl Beşîkçî ve hatibû avakirin jî hat girtin". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2023.
  9. ^ "Jinên Kurd ên li dijî asîmîlasyonê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye!". Artı Gerçek (bi tirkî). 14 gulan 2022. Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2023.