Suîqesta li Restorana Mykonos a Berlînê, 1992

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gorên Fetah Ebdulî, Muhemmed Sadiq Şerefkendî û Humayûn Erdalan li goristana Père Lachaise ya li Parîsê (Fransa)

Suîqesta li Restorana Mykonos a Berlînê di 17ê îlona 1992an de li restorana yewnanî ya bi navê Mykonos li Berlînê (Alemanya) çêbû. Di vê restoranê de sekreterê giştî yê PDK-Î Muhemmed Sadiq Şerefkendî, Fetah Ebdulî, Humayûn Erdalan û wergerê wan Nurî Dehkordî 17ê îlona 1992yê de ji aliyê îstîxbarata Îranê ve bi awayeke terorîstî hatin kuştin.

Kazim Darabî yek ji kujeran bû ku endamê îstîxbarata Îranê ye, bi dûçûna dadgeha Almanyayê Kazim Darabî bi talîmatên serokê dînî Elî Hamaney û serokkomar Haşimî Rafsancanî ev sûîkast plan kirin.

Piştî van kuştinan dewletên Ewropa balyozên xwe yên li Tehranê vexwendine welêt. Îranê jî dîplomatên xwe yên li Ewropayê vekişiyan. Lê di 16ê mijdara 1997ê de cardîn 11 dewletên Ewropayê balyozên xwe şandin Tehranê.

Ji bilî Nurî Dehkordî her sê cenazeyên din li goristana Père Lachaise ya li Parîsê hatin veşartin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]