Mihemed Sadiq Şerefkendî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Muhemmed Sadiq Şerefkendî hat beralîkirin)
Mihemed Sadiq Şerefkendî
Gora Mihemed Sadiq Şerefkendî li Goristana Père-Lachaise ya Parîsê (Fransa).
Navê rastî
سادق شەڕەفکەندی
Jidayikbûn11ê kanûna paşîn a 1938an
Mirin17ê îlona 1992an (54 salî)
Berlin, Almanya
Sedema mirinêSuîqest
Cihê goristanêGoristana Père-Lachaise, Parîs, Fransa
HevwelatîÎran
PerwerdeZanîngeha Paris VI
Pîşe
Dewr1989–1992
BerêEbdurehman Qasimlo
PaşêMistefa Hîcrî
Partiya SiyasîPartiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î)
Zarok3
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mihemed Sadiq Şerefkendî (jdb. 1937-1992 li Bokan ya rojhilatê Kurdistanê) yek ji kesayetiyên herî şareza yên Rojhilata Kurdistanê ye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew di roja 21ê çileya sala 1937an de li malbateke niştimanperwer, li Bokanê ji dayik dibe. Di temenê zarokatiyê de bavê wî dimire û serperestiya wî dikeve ser milê birayê wî yê mezin Mamoste Hejar.

Mihemed Sadiq Şerefkendî li Serdema zarokatiyakxwefde kendî rastî xebatên ji bo rizgariya Kurdistanê û damezirandina Komara Mehabadê tê. Ew xebatên rengîn û çalakiyên serdemê di mêjiyê wî de neqişîn û mêjiyê wî kemilandin.

Dr. Şerefkendî pola yekem û duyem li bajarê Bokanê dixwîne û piştî ku malbata wan koçî Mehabadê dike, ew jî li Mehabadê xwendina seretayî û ya navendî deqedîne û lîseyê jî li bajarê Tewrêzê (Tebrîz) dixwîne. Ew di sala 1959an de li Zanîngeha Bilind a Tehranê dîplomeya Endezarya kîmyayê digire. Di dema xwedina xwe de weke şagirtê yekem dersên xwe diqedîne û di heman salê de dibe hîndekarê kîmyayê û heta sala 1965an li bajarên Ûrmiye û Mehabadê bi karê hînekariyê re mijûl dibe.

Di dema hînekariyê de ji bo gihîştina xwendekarên kurd gelekî zehmetiyê dikişîne û hemû şagirtên wî qebûl dibin û diçin zanîngehê. Ev yek bala Sawakê ango (Dezgeha Casûsiya Rejîma Muhemmed Reza Pehlewî) dikişîne û nahêlin ku ew li Kurdistanê bimîne, lewma wî sirgûnî bajarê Erak û paşê jî bajarê Kerecê dikin.

Dr. Mihemed Sadiqê Şerefkendî di sala 1970yî de weke asîstanê beşa kîmyayê tê wezîfedarkirin. Ew di sala 1972an de diçe Fransayê û piştî çar salan doktoraya kîmyayî ya analîtîk li zanîngeha hejmara 6an a Parîsê werdigire.

Dr. Sadiq Şerefkendî di sala 1976an de vedigere Tehranê û wekî mamosteyê beşa kîmyayê li zanîngehên Tehranê di xebite.

Di sala 1973an de, gava ku Dr. Şerefkendî li Parîsê hewil dide doktoraya bistîne, bi riya Şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo bername û rêz û rêçikên PDK-Îyê nas dike û bi wan re aşîna dibe.

Piştî vê yekê dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê û gelekî zehmetiyê dikişînê û ji bo pêkanîna wezîfeyên ku partiyê dane wî, pêk bîne gelekî hewl dide û têdikoşe. Heta gelek caran jî giyana wî dikeve metirsiyê.

Piştî têkçûna rejîma paşayetiyê û destpêkirina eşkere ya PDK-Î li Îranê, ew dibe Berdevkê Komîteya Navendî ya Partiyê û di meha reşemiya sala 1979an de jî di Kongereya Çarem a Partiyê de dibe endamê Komîteya Navendî ya Partiyê û berpirsiyariya partiyê ya Tehranê dispêrin wî. Di havîna sala 1980yî de ji bo karê herdemî wî vedixwînin Kurdistanê.

Dr. Şerefkendî di havîna sala 1980yî de dibe Endamê Deftera Siyasî ya PDK-Îyê. Di kongreyên pêncem, şeşem, heftem, heştem û nehem ên partiyê de hemû caran bû Endamê Komîteya Navendî û di Komîteyê de jî hemû caran ji bo Endametiya Deftera Siyasî hate hilbijartin. Ji bilî vê yekê jî berpirsiyariya çapemeniya partiyê jî li ser milê wî bû. Ji sala 1986an heta dema şehîdbûna Dr. Qasimlo wekî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiyê karê têkoşînê meşand.

Gorên Fetah Ebdulî, Mihemed Sadiq Şerefkendî û Humayûn Erdalan, sê şehîdên restorana Mykonose ya Berlînê (1992), li Goristana Père-Lachaise (Parîs).

Dr. Şerefkendî piştî şehîdbûna Dr. Qasimlo, bi girtina dengên giştî yên Komîteya Navendî, bû Sekreterê Giştî yê Partiyê. Kongreya nehem a partiyê jî bi rêveberiya wî pêk hat û heta dema şehîdbûnê wekî Sekreterê Giştî yê Partiyê wezîfeya xwe pêk anî. Ew di 17ê îlona sala 1992an de li bajarê Berlînê li welatê Almanya tevî sê hevalên xwe ji aliyê sîxurên dewleta Îranê ve hate kuştin.

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]