Têkiliyên DYA û Tirkiyeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Têkiliyên DYA û Tirkiyeyê hemû peywendî û têkiliyên siyasî, aborî, leşkerî û hwd yên Tirkiye û DYAyê dihundirîne.

Nêrîna dîrokî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têkiliya van herdu dewletan bingeha xwe ji şerê cîhanî yê duyem werdigire. Piştî vî şerî li seranserê cîhanê hevrikiya DYA û Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst destpê kir. Ji ber vê hevrikiyê van herdu dewletan ji xwe re dewletên terefdar kom dikirin û alîkariya aborî û siyasî didan van dewletan ku vekişîn aliyê xwe. Ji ber vê li dijî Almanyayê yekitiya van herdu dewletan zêde dom nekir û li her derê cîhanê lihevnehatina berjewendiyan belav bû. Tirkiye jî yek ji wan welatan bû ku DYA û Sovyet li ser xebitîn. Tehdîdê Sovyetan li ser yekbûna axa Tirkiyeyê û li ser tengavên deryaya Marmarayê, Tirkiye ditirsand. DYAyê jî ne dixwast Tirkiye bikeve bin tesîra Sovyetan, ji ber wê dest bi têkilîyên germ kir li gel Tirkiyeyê

Seredana Missouri[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1945ê de balyozê Tirkiyeyê yê Washingtonê Munir Ertegun mirîbû û piştî mirina wî cenazeyê wî li 5ê nîsana 1946ê bi sefîneyeke mezin ya komkeştiya DYAyê anîn Stenbolê. Jixwe di tengavên Marmarayê dê ev keştî buhurî û bi vî awayî DYAyê nêzîkatiya xwe ji Tirkiyeyê re nîşan da û her wisa peyamek jî xwedî dikir li dijî Sovyetan. Piştî vê seredanê, têkilîyên Tirkiyeyê û DYAyê ber bi rewşeke germ û nêzîk birêve çû. Piştî vê seredanê her wisa deynên Tirkiyeyê ku ji DYAyê standibûn di şErê cîhanî yê duyem de hatin efû kirin.

Serokê DYAyê Harry S. Truman di destpêkê de xwest rê li ber Sovyetan bigire ku Sovyet Ewropayê û welatên din yên cîhanê nexiste bin tesîra xwe. Ji ber vê jî Truman ji Tirkiye û Yewnanistanê re alîkariya aborî amade kir ku ev herdu dewlet, aboriya xwe durist bikin. Di encamê de 12ê adara 1947ê ji Tirkiyeyê re bi bihayê 100 milyon dolar melzemeyên leşkerî hate bexşkirin[1].Ev di dîrokê de wek Doktrîna Truman tê zanîn. Piştî vê alîkariyê, Wezîrê Karên Derve yên DYAyê George Marshall, ji bo bihêzkirina dewletên Ewropayê planek amade kir ku tê de alîkariyên aborî, leşkerî, polîtîk hebûn. Bi dûçûna Plana Marshall jî Tirkiyeyê ji 300 milyon dolaran bêhtir alîkarî wergirt û ji bo pêşketina Tirkiyeyê gelekî girîng bû.

Jixwe piştî van alîkariyan bi pêşengiya DYAyê li sala 1949ê ji bo dorpêçkirina Sovyetan NATO hate damezrandin.

Dîplomatên têkiliyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîplomatên DYAyê li Tirkiyeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîplomatên Tirkiyeyê li DYAyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Baregehên leşkerî yên DYAyê li Tirkiyeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Baregehên DYAyê yên li Tirkiyeyê bi dûçûna hevpeymana di navbera van herdu dewletan de hatiye destnîşan kirin, sinordar e. Li sala 1980ê di navbera DYA û Tirkiyeyê de hevpeymaneke aborî û parastinê tê destnîşan kirin.

  1. Li Sinopê navenda şopandina elektromanyetîk
  2. Li Pirinçlik'a girêdayî Amedê baregeha lêkolînên fezayî û radarê
  3. Li İncirlik'a girêdayî Edeneyê baregeha leşkerî ya hewayî
  4. Baregeha leşkerî ya Yamanlarê li İzmirê
  5. Baregeha leşkerî ya Şahintepeyê li Bursayê
  6. Baregeha leşkerî ya Elmadağê li Enqereyê
  7. Baregeha leşkerî ya Karataşê li Edeneyê
  8. Baregeha leşkerî ya Mahmurdağê li Samsunê
  9. Baregeha leşkerî ya Alemdağê li Stenbolê
  10. Baregeha leşkerî ya Kürecikê li Meletiyê
  11. Navenda komkurina zanyariyên sîsmîk ya Belbaşı li Enqereyê
  12. Navenda radyoyê ya Kargaburunê li Tekirdağê[2]

Têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Türk Dış Politikası, Cilt:1, Baskın Oran,r:485
  2. ^ Türk Dış Politikası, Baskın Oran, Cilt 1,r:713