Here naverokê

Têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Iraq–Tirkiye

Tirkiye

Iraq

Têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê hemû têkilîyên di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de hene dihundirîne. Têkiliyên Iraqê û Tirkiyeyê piştî şerê cîhanî yê yekem di bin sîbera Brîtanya destpê kir. Piştî di navbera van hersê dewletan de Pirsa Mûsilê hatiye çareser kirin li sala 1928ê li Iraqê jî li Tirkiyeyê jî balyozxaneyan van herdu dewletan vebûn û dest bi têkiliyên dîplomatîk kirin. Lê tesîra Brîtanî heta serxwebûna Iraqê ya sala 1932ê jî dewam kir li ser Wezareta Derve ya Iraqê.

Nêrîna giştî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî çareserkirina hidûdên Îran û Tirkîyeyê, pirsgirêkên hidûdî yên Îran û Iraqê jî li 4ê tîrmeha 1937ê bi taybetî pirsgirêka Şetelereb hate çareser kirin. Her wiha hindek pirsgirêkên hidûdî di navbera Îran û Efxanistanê jî de hebûn. Ev xebatên han, rê da van welatan ku piştî pirsgirêkên hidûdî, di pirsgirêkên din de jî çareser bikin. Bi taybetî Kurdistan di navbera Îran, Tirkîye û Iraqê de hatibû parçe kirin û xetera avabûna Kurdistanê di nav dilê van her sê dewletan de hebû. Ji ber vê sebebê, van hersê dewletan û efxanistanê xwestin bi hevra hevpeymaneke din destnîşan bikin. Li 8ê tîrmeha 1937ê de di navbera van hersê dewletan de Hevpeymana Neêrişkirina Hev hate destnîşan kirin. Ji ber ku ev hevpeyman li qesra Sadabadê hatîye destnîşan kirin, jê re dibêjin Peymana Seedabadê an jî Pakta Sadabadê. Ji bilî Efxanistanê, endîşeyên dewletên din ya esas pirsgirêka kurdan bû. 10 madeyên hevpeymanê hebûn û çar ji wan rasterast behsê kontrolkirina kurdan dike [1]

Li sala 1946ê van herdu dewletan Peymana Hevkariyê ya Tirkiyeyê û Iraqê 1946 destnîşan kir.

Wisa hatibû dîyar kirin ku her pênc salan carek ev hevpeyman dê dîsa were destnîşan kirin. Lê li sala 1955ê ji ber xetera Sovyetan Hevpeymana Bexdadê hate destnîşan kirin. Ji ber vê girîngîya Hevpeymana Sadabadê ber bi kêmê ve çû. Li sala 1980ê de jî ji ber şerê Îran û Iraqê ev hevpeyman ji holê rabû.

Li sala 1958ê li Iraqê derbeya lêşkerî çêdibe û ev dibe sedema xerabûna têkiliyên Tirkiyeyê li gel Iraq û Sovyetan. Wek tê zanîn ev derbeyeke sosyalîst bû û Tirkiyeyê jî wisa difikirî ku ew ê ji aliyê sosyalîstan vê bê dorpêçkirin. Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Fatih Rüştü Zorlu daxuyaniyeke xwe de dibêje ku li Iraqê 500 hezar tirkmen dijîn û dixwazin wan biparêze. Dijî van gotinan Kruşçev daxuyaniyekê belav dike ku eger Tirkiye liveke leşkerî bike, Sovyet jî dê bersiveke leşkerî bide Tirkiyeyê [2]

Peymana Mûsilê (5 xizîran 1926)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Pirsa Mûsilê

Peymana Hevkariyê ya Tirkiyeyê û Iraqê 1946

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peymana Bexdayê(1955)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Peymana Bexdayê

Peymana Ewlehiyê (1983)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li destpêka sala 1983yê Tirkiyeyê bi Iraqê Peymana Hevkarî û Ewlehiya Hidûd destnîşan kir. Piştî vê peymanê Tirkiyeyê li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonan kir.

28 gulana 1983yê yekem car dewleta tirk li Iraqê dest bi operasyona derveyî hidûd kir.

Li cotmeha 1984ê dewleta Iraqê rêda Tirkiyeyê ku şopa germ li dijî tevgerên kurdan bike li Başûrê Kurdistanê[3]

Li salên 1990an Bulent Ecevit dixwast ku sinorê Iraq û Tirkiyeyê bê biguherîn. Diparastin ku sinorê Tirkiyeyê divêt 25 km yan bikeve nav axa Iraqê[4]

Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê bo Iraqê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tirkiyeyê piştî çalakiyên PKKê gelek operasyon lidarxistin li dijî PKKê, bi giştî;

  • 28 gulan 1983
  • 15 tebax 1987
  • 6 gulan 1992: Doğan Güreşê sererkanê berê Tirkiyeyê li ser vê operasyonê wiha dibêje; Li sala 1992yê hêzên Barzanî Telebanî federasyon îlam kir. Rojev ser vê derbas bû me jî operasyon bir herêmê. Armanca me PKK nebû, astengkirina federasyonê bû [5]
  • 20 adar 1995
  • 14 gulan 1997

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Kürt Meselesi ve Türkiye-İran İlişkileri, Robert Olson, r:48
  2. ^ Türk Dış Politikası, Cilt 1, Baskın Oran, r: 515
  3. ^ Kürt Meselesi ve Türkiye-İran İlişkileri, Robert Olson, r:56
  4. ^ Kürt Meselesi ve Türkiye-İran İlişkileri, Robert Olson, r:109
  5. ^ Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:133