Pirsa Mûsilê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Wilayeta Mûsilê di sala 1914an de

Pirsa Mûsilê (bi tirkî: Musul Sorunu, bi ingilîzî: Mosul Question) herêmeke xwedî gengeşê ye di sedsala 20ê de, di navbera Tirkiye û Keyaniya Yekbûyî de. Mûsil parêzgeheke osmaniyan bû. Îro Mûsil dikeve Îraqê.

Dîroka Mûsilê[biguherîne]

Mûsil di dîrokê de ketiye destê gelek şaristanan. Ji ber vê jî xuya ye ku gelek netew û dîn li vê parêzgehê dijîn. Mûsil bajarekê girîng yê Asûriyan bû. Piştî ruxandina dewleta Asuriyan, li herêmê Îraniyan, Îskenderê Mezin, Sasaniyan, Ebbasiyan, Selcûkiyan, Eyyûbiyan hwd. hikûm kir. Di şerê Çaldiranê de ku di navbera Safewiyan û Osmaniyan rû daye, ev herêm kete bin destê Osmaniyan[1].

Mûsil di serdema osmaniyan de[biguherîne]

Di salnameyên Parêzgeha Mûsilê de wiha dibêje: "Parêzgeha Mûsilê sê qism e, qisma yekem bajarî ne ku piraniyan wan kurd in. Li şehrên wek Mûsil, Şehrîzor (Kerkûk), Silêmanî, Akrê, Duhok, Zaxo, Şengal, Kifrî, Rewandûz, Koysenceq de dijîn. Qismê duyê jî nîvkoçer in û gelek ji wan eşîrên kurd in. Qismê sêyem jî eşîrên koçer in."[2]

Şemseddîn Samî di berhemekê xwe de wiha dibêje: "Mûsil ji rojhilat-bakurê Cezîreyê û rojhilat-başûrê Kurdistanê pêk tê û di her du aliyên Dîcleyê de ye. Nifûsa parêzgehê 302 hezar û 280 kes e. 159 hezar û 680 kes li Mûsil, 89 hezar li Şehrîzor (Kerkûk), 51 hezar û 600 kes li Silêmaniyê dijin. Kerkûk bajarê navend yê Şehrezor e ku girêdayî parêzgeha Mûsilê ya bi ser Kurdistanê. Xelkê Kerkûkê ji çar pişkan sê Kurd in, yên din jî Tirk, Ereb, Cihû û Keldanî ne."[3]

İbrahim Hilmi jî di berhema xwe de wiha bilêv dike: "Nifûsa parêzgeha Mûsil 351 hezar û 200 kes in; ji wan 65 hezar kes li Mûsil, 30 hezar kes li Kerkûk, 15 hezar kes li Silêmanî û 10 hezar kes jî li Koysenceq dijîn. Bi dûçûna dabeşkirina parêzgehên Osmaniyan ya li sala 1907ê de Mûsil ji sê senceqa pêk tê. Yekemîn Mûsil e ku ji Amêdiyê, Zaxo, Duhok, Akrê û Şengalê pêk tê. Duyemîn Kerkûk e ku ji Rewandûz, Koysenceq, Ranya, Hewlêr, Kifrî pêk tê. Sêyemîn Silêmanî ye ku ji Gulanber, Mamuretûlhamîd, Bazyan, Şehrîbazar pêk tê."[4]

Efserê Osmaniyan Ahmed Cemal jî di berhema xwe de wiha dibêje: "Mûsil parêzgeha 54an ya Osmaniyan e û 6an parêzgeha Kurdistanê ye. Parêzgehên Kurdistanê heft in:

  1. Parêzgeha Erzeromê
  2. Parêzgeha Mamuretûl-aziz
  3. Parêzgeha Diyarbekir
  4. Parêzgeha Bedlîsê
  5. Parêzgeha Wanê
  6. Parêzgeha Mûsilê
  7. Parêzgeha Musteqîl Zorê."[5]

Ev delîlên dîrokî nîşan didin ku parêzgeha Mûsilê û taybetî bajarê Kerkûkê, herêmên dîrokî yên kurdistanî ne. Hem bi dîrokî hem bi çandî hem jî bi gelheyê xwe ev herêm, têkildariyeke xurt bi kurdan re heye.

Mûsil di serdema şerê cîhanî de û piştî şerî de[biguherîne]

Parêzgeha Mûsil û bi giştî Rojhilata Navîn di bin dagirkeriya dewletên Keyaniya Yekbûyî û Fransa de bû. Dema şer dewam dike, di 29 Nîsan 1916 de di navbera Keyaniya Yekbûyî û Fransa û paşî jî Rûsya beşdar bû, van her sê dewletan Hevpeymana Sykes Pycot bi dizîkî destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê Rojhilata Navin di navbera van dewletan de hate parve kirin. Parêzgeha Mûsilê jî kete bin destê Fransayê. Lê paşî dikeve destê Keyaniya Yekbûyî. Hêjayî gotinê ye ku dema ev hevpeyman hatiye destnîşan kirî, Mûsil hêj jî di destê Osmaniyan da bû. Piştî Bexda jî ket destê Keyaniya Yekbûyî, vê dewletê berê xwe da Mûsilê. 30ê cotmeha 1918ê de di navbera Osmaniyan û dewletên Îtîlafê Hevpeymena Agirbes ya Mondrosê hate destnîşan kirin. Ev hevpeyman belgenameya resmî bû ku Împeretoriya Osmanî xerab bû. Bi dûçûna vê hevpeymanê dewletên Keyaniya Yekbûyî, Fransa û Rûsya dikarin li her derê Osmaniyan dagir bikin. Jixwe artêşa Keyaniya Yekbûyî jî berê xwe da Mûsilê û li vir artêşa Tirkan xwest ku ji Mûsil derkevin. Serkirdeyê Leşkerên İngilîzan li Îraqê General Marshall di 7ê mijdara 1918ê de ji artêşa Tirkan xwest ku heta 15ê mijdara 1918ê ji Mûsil derkevin. 9ê mijdara 1918ê de Sedrezam Îzzet Paşa fermanek ji serkirdeyê leşkerî yên Tirkan Ali İhsan Paşa re şand ku Mûsilê vala bikin. Di encamê de 15ê mijdarê ji Mûsilê vekişiya, 7ê berfanbara 1918ê de jî temamî Parêzgeha Mûsilê vekişiyan heta Nisêbinê. Dema dagirkeriya İngilizan li parêzgeha Mûsil dewam dike, di gulana 1919ê de li Silêmanî Serhildana Şêx Mehmûd Berzencî ya Yekem destpê dike. Şêx Mehmûd Keyaniya Kurdistanê îlan kir, xwe jî wek melikê Kurdistanê îlan kir. Dagirkeriya İngilîzan bi tundî dijî derket û operasyon li Silêmanî da destpê kirin. Di encamê de Şêx Mehmûd hate girtin û sirgûnê Hindistanê kirin. Dewletên İngilizan û Fransa di Nîsana 1920ê de li Îtalya konferansên San Remo dan destpê kirin. Di van konferansan de Mûsil kete bin destê İngilizan, Surî jî kete bin destê Frensiyan. Her wisa di vê konferansê de bingehên Hevpeymana Sevrê hatin aşkere kirin.


Mijarên têkildar[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Atlaslı Memaliki Osmaniye Coğrafyası,s57-Ali Rıza
  2. Musul Vilayeti Salnamesi,1306/1890,s100-Vilayet Mektupçusu Tevfik efendi
  3. Tarihteki İlk Türkçe Ansiklopedide Kürdistan ve Kürtler,s182-Mehmet Emin Bozarslan
  4. Memaliki Osmaniye Coğrafya Lugatı,s220-221-İbrahim Hilmi
  5. Coğrafyayî Osmanî-Ahmed Cemal