Sînorê Iraq û Tirkiyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tirkiye (kesk) û Iraq (pirteqalî).

Sînorê Tirkiye û Iraqê yan ji Sînorê Tirkye û Herema Kurdistanê, 367 e Kilometer dirêj e. Hêjayî gotinê ye ku Herêma Xweser a Kurdistana Iraqê li vir sînorê Tirkiyê ye. Herêma sînor pir çiyayî ye, ber bi rojhilat ve ji 400 metre bilind dibe heya 3000 metre li ser.[1]

Tenê deriyê sînorî yê sînorî yê Îbrahîm Xelîl e li aliyê rojava yê sînor. Ne dûr e sêgoşeya sînorê Tirkiye, Iraq û Sûriyê li ser hev çemê Xabûr û Dîcleyê ye.

Sînor di sala 1926an de dema ku Cemiyeta Miletan li ser pirsa Mûsilê biryar da hatîye diyarkirin. Brîtanyayê piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, axa Iraqê ya berê ya Osmaniyan wek erk hat dayîn. Lê belê di navbera Brîtanyaya Mezin û Tirkiyê de li ser girêdayîbûna wîlayeta Mûsilê demeke dirêj nakokiyek derket. Ev di sala 1926an de di berjewendiya Brîtanya Mezin de biryar hat girtin.

Di van salên dawî de, kompanyayên Tirkî sermayeguzarîyên mezin li Kurdistan bakurê Îraqê kirin, ku çûna bar û rêwiyan li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl gelek zêde kir. Ji ber vê yekê ji bo avakirina deriyê sînor ê duyemîn fikirîn. Navçeya sînorî ya Tirkiye û Iraqê ji aliyê PKKê ve wek paşvekişîn û derbasbûna nav Tirkiyê tê bikaranîn, ku bûye sedema çend destwerdanên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê.

Terîf[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sînor ji aliyê rojava ve ji sê xala bi Sûriyê re li hevketina çemê Dîcle û çemê Xabûrê Biçûk dest pê dike. Dûv re çemê paşîn ber bi rojhilat ve, û paşê çemê Hezil Suyu ber bi bakur-rojhilat ve dişopîne. Dûv re sînor ber bi rojhilat ve dizivire ser bejahiyê bi rêze xêzên nerêkûpêk li ser qûntarên çiya û çemên piçûk, di dawiyê de ber bi başûr ve dizivire da ku bi çemê Hecî Bak (Hacibey Suyu) ve were girêdan. Dû re ev çem ber bi bakur-rojhilat ve ber bi sê xala Îranê ve diçe. Navçeya serhedê pir çiyayî ye û hema bêje bi tenê Kurd herdu aliyan lê dijîn.

Deriyên Sînor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

# Navçe İl Vekirî/Girtî Dewlet Deryia Kolan Niha
1 Şemzînan-Derecîk Hekarî 14.02.2011  Iraq ? ? Girtî
2 Çelê-Destan Hekarî 07.05.2015  Iraq ? ? Vekirî
3 Xabûr Şirnex 18.07.1969  Iraq Zaxo Vekirî
4 Cizîr Şirnex 24.01.2012  Iraq ? ? Girtî
Wêneyî Deriyê sinorî ya Ibrahîm Xelîl

Deriyê sereke Deriyê sinorî yê Ibrahîm Xelîl e.

Parezgêhen Sînor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tirkiye:[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Iraq/Herema Kurdistan:[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ CIA World Factbook – Iraq, retrieved 4 April 2020