Deryaya Mermereyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
B robot guhêrandin: th:ทะเลมาร์มะรา; Kozmetik değişiklikler
VolkovBot (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 18: Rêz 18:
[[az:Mərmərə dənizi]]
[[az:Mərmərə dənizi]]
[[be:Мармуровае мора]]
[[be:Мармуровае мора]]
[[be-x-old:Мармуровае мора]]
[[bg:Мраморно море]]
[[bg:Мраморно море]]
[[br:Mor Marmara]]
[[br:Mor Marmara]]

Guhartoya 21:32, 13 tebax 2010

Deryaya Mermerê

Deryaya Marmara an jî Deryaya Mermerê (bi tirkî: Marmara Denizi, bi yewnanî: Θάλασσα του Μαρμαρά, Thálassa tou Marmará, bi bulgarî: Мраморно море, Mramorno more), di demên kevnar da navê wê Deryaya Propontîs (bi yewnanî: Προποντίς, Propontís) bû. Ev derya dikevit navbera para Asyayî û para Ewropayî ya Tirkiyeyê û Deryaya Reş û Deryaya Ege bihevra digehînit. Tengava Bosforê anko Tengava Stenbolê vê deryayê bi Deryaya Reş ve digehînit û bajarê Stenbolê jî dikit du parên Ewropayî û Asyayî. Tengava Dardanêlê anko Tengava Çanakkale jî wê bi Deryaya Ege ra digehînit. Rûbera Deryaya Mermerê 11,350 km² ne.

Sûratî ya ava vê deryayê 22 par di hezar paran da ye. bi vî awayî ew piçekê ji Deryaya Reş sûrtir e. Lê sûrahiya wê 2 li ser 3 ya okyanûsê ye.

Du destekên gizirt anko giravan li deryayê hene: Gizirtên Mîr anko bi Tirkî Kizil Adalar, û Gizirtên Mermerê ko bi madenên xwe yên berê Mermer ve pir navdar in. Navê deryayê j ji wan madenan hatiye. Gizirteka herî navdar ji gizirtên derayayê Girava Îmraliyê ye ko Ebdila Ocelan lê hatiye zindanîkirin (2009).