Dep: Cudahiya di navbera guhartoyan de
B [r2.5.2] robot guhêrandin: ru:Каракочан |
|||
Rêz 68: | Rêz 68: | ||
[[fr:Karakoçan]] |
[[fr:Karakoçan]] |
||
[[it:Karakoçan]] |
[[it:Karakoçan]] |
||
[[ru: |
[[ru:Каракочан]] |
||
[[sw:Karakoçan]] |
[[sw:Karakoçan]] |
||
[[tr:Karakoçan, Elazığ]] |
[[tr:Karakoçan, Elazığ]] |
Guhartoya 06:30, 30 çiriya paşîn 2010
Ev gotar ser navçeya Depe ye. Ji bo partiya DEP binihêre: DEP
Şablon:Navçe Dep (tr: Karakoçan) girêdayî Mezrayê / Elezîzê ye. Dep bi rêbejahî 102 km dûrî bajarê Elezîzê ye. Navbera Depê û Çewlîgê (Bîngol) jî bi rêbejahî 50 km ye. Riya ku ji Elezîzê tê û aliyê Bîngolê heya Wanê diçe, ber Depê re derbaz dibe. Dema hîna bajar biçûk bû va riya bajêr 4 km dûr bû. Lê niha bajar berî bi aliyê rê de jî çûye û xwe gihandiye rê.
Cî û tixûbên bajêr
Hidûdên Depê li bakur bi Gêxiyê ve, li rojava bi Mêzgirtê ve, li başûr bi Qowanciyan re û li rojhilat jî bi Bîngolê ve tê girêdan. Pîvana erdê Dep ê 1.085 km² ye û bajar ji rûyê avê 1.090 m bilind e. Rewşa hewayê bi havînan pirr germ û ziwa, zivistanan jî sar derbas dibe.
Herêma ku bajar di tê de ye bi kurdî Oxî tê binavkirin. Dep heya sala 1936'î gundekî Oxîyê bû û di sala 1936'î de bûye bajarok (navçe). Berê bajarokbûna Depé nehiyeya Çanê girêdayî Gêxiyê, nehîyeya Oxî û Lexanê jî girêdayî Paloyê bû. Van hersê nehiye bi navé Karakoçanê dibe bajarokê Xarpêtê
Aborî û civak
Aboriya Depê li ser çandinî û ajaldariyê ye. Pir kes ji welêt diçin dewletên Ewropa ji bo karkirinê. Ew ji lêzimên xwe re pereyan dişînin û di warê aborî de alîkarî dikin. Erdê ku ji çandiniyê re munasîb e 417.000 dekar e. Ew jî ji sedî 38 (38 %) erdé Depê ye. Tenê 10 %ê vê axê avî, yên din bej e.
Çiya û çem
Çiyayên herî bilind ê Depê li rojhilatê çiyayê Qirûcê (2.372 m) û çiyayê Qizildağê (1.538 m) ne. Li rojavayê jî çiyayê Tor (1.615 m), çiyayê Celo (1.594 m) û Diyarê Gazê (1.450 m) bilind dibin.
Çemê Pêrê: çavkaniya Pêrê li bajarê Gêxiyê ye. Çemê Pêrê wekî sînorê di navbera Depê û Nazmiye (Qisle) û Mêzgirtê di başûr de diherike gola Kebanê. Li ser çemê Pêrêyê sê pirê ji beton û sê pirê ji dar hene. Di bihar û payîzê de ne gengaz e ku, mirov derbazî hêla din bibe.
Çemê Oxîyê li gundê Sarican derdikeve, ji nav Depê re derbaz dibe û li nêzikê gundê Golanê dikeve nav çemê Pêrê.
Çavkanî