Xarpêt (navçe)

(Ji Elezîz hat beralîkirin)
Navçeya Elezîzê
Elâzığ
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Xarpêt (parêzgeh)
Serbajar Xarpêt

Hejmara nahiyan 7 nahiye
Hejmara bajarokan 7 bajarok
Hejmara gundan 133 gund

Gelhe (2008) 375.534[1] kes
Rûerd 2.211 km2
Berbelavî 169,8 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 312.534 kes
Koordînat 38°40′28″Bk 39°13′25″Rh / 38.67444°Bk 39.22361°Rh / 38.67444; 39.22361
Bilindayî 1.065 m
Koda postayê 23xxx
Koda telefonê (+90) 424
Xarpêt (Tirkiye)

Elezîz an Mezra an jî Xarpêt (bi tirkî, Elazığ) bajarekî Bakurê Kurdistan ye

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê bajarê kevn di çavkaniyên Urartiyan de wek Karberd (Kela Kevir) û yên Bîzansiyan de jî wek Xarpet dihat naskirin. Navê bajar di çavkaniyên Ermenî û Ereban de wek "Hinzit" derbas dibe. Hisn-ê Ziyat (kela Hisn) navê bajar yê kevn bi farisî bû. Piştre nav wek "Mezra" hatiye guhertin. Navê bajar dema Sultanê Osmanî Abdulezîz de wek "Mamuret ul-Ezîz (bajarê ku Ezîz çêkirî ye)" hatiye guhertin. Nav sala 1937 wek "Elazığ" ji alî tirkan ve hatiye guhertin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kronolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî Îsa (zayîn)

Piştî Îsa (zayîn)

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar di nav paralelên 38° 17´ û 39° 11´ bakûr û merîdyenên 40° 21´ û 38° 30´ rojhilat de ye. Hudûdên bajêr li bakur bi Dêrsimê ve, li rojava bi Meletiyê ve, li başûr bi Amedê ve û li rojhilat jî bi Çewlîgê ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîvana erda bajar 9.151 km² ye . Ji vî erdî % 57,2 wî çiyan, % 14,9 wî deştan, % 1,1 wî zozan û % 26,8 wî jî ji platoyan pêk tê. Erda herêmê ji bo çandina tene, kixsên şekir, pembo û fêkî pir musaîd e.

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê avhewa reşayî hukim dike. Havînan germ û zuha, zivistan jî sar derbas dibe.

Çiyayên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayê bilindtir yê herêmê çiyayê Sipî (Akdax) e (2.620 m). Çiyayê Hezar (2.347 m), Mastar (2.171 m) û Hesan (1.864 m) jî çiyayên bilind yên herêmê ne.

Deşt, zozan û gelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Deşta Xarpût Bajarê Elezîzê li wê deştê hatiye avakirin. Mezinbûna deştê 36 km² ye.

Deşta Palo: Li navça Palo li ciyê ku Çemê Muradê diherêke gola Kebanê ye. Deştên Behramaz û Melekendê jî deştên din yê girîng in.

Geliya çemê Firatê û geliya çemê Muradê, geliyên girîng yê herêmê ne.

Çem û gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê Murad, dirêjbûna wî 600 km ye. Çavkaniya çemê li çiyayê Aldaxê (Wan) ye. Çem şaxek çemê Firatê ye û diherêke gola Kebanê.

Ava Heringet û Ava pêrê jî, şaxên çemê Mýradê ne.

Çemê Firatê, çemê herî dirêj yê Kurdistanê ye ku di erda herêmê de jî diherêke.

Gola Hezarê (bi tirkî, Gölcik), dirêjbûn 15-16 km û firehbûna wê jî 5 km ye. Li bashûrê bajar e.

Gola bendava Kebanê, mezinbûna golê 687 km² ye. Bi ava çemê Murad, Firat û çemên dora Elezizê tije dibe.

Sermijar û Navçeyên bajêr (2013)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navçe Navê Din Navê Fermî Gelhe
Elezîz Xarpêt Elazığ 412.220
Qowanciyan Kovancılar 39.790
Qerekoçan Dep Karakoçan 28.884
Palo Palu 20.035
Mîrvan Arıcak 15.306
Basqîl Baskil 14.466
Maden Maden 12.460
Xox Gola Hezarê Sivrice 8.857
Keban Tatos Keban 7.031
Guleman Alacakaya 6.885
Axin Ağın 2.819

[2]

Tevahîya sermijar herêmê (tevlî gundan) 568.239 e.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serwetên bin erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sifir, pirît, hesin, manganez, volfram û flaurît li herêmê ji bin erdê dertên.

Babetên heywanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî nêçira heywanan ne pir dewlemend e. lê li herêmê gur, kew, kewroşk, rûvî, beraz û çeqel yên pirtirin ku peyde dibin.

Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî tarix û tabîatê ve pir dewlemend e. Gola Hezarê û Kebanê ji bo gelê herêmê havînan ciyê avcaniyê vehêsanê ne. Germavên Murûdû û Perçen ji ji ali gel ve tên ziyaret kirin. Kela Xarpûtê, Dêra Meryem ana û Mizgeftên kevn yê bajar jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ol û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nifûs ji muslumanan pêk tê. Li cem sûnniyan şêxîtî û li cem eleviyan jî pîrîtî rolek mezin dilîze. Civak ji Kurd (zaza û kurmanc) û tirkan pêk tê.

Xwarênên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nan li herêmê di tendûrên bin erdê de tê çêkirin. Nan carna ji bo 2-3 mehan tê lêxistin û gava tê xwarin, şildibe, tê xwarin. Helîse, kutilkên dagirtî, babetên kiftan û Xanim kebab xwarinên herî pirin ku li herêmê tên xwarin.

Kincên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zilam, şalwarek şîn ku jê re dibêjin "şalwarê Xarpûtê" û îşligek sipî bi ser de li xwe dikin. Bi ser îşlik de jî êlegek milkin li xwe dikin. Kefiya piştê rengîn e. Qonderên ku jê re dibêjin " biboçik" li nigê xwe dikin. Li serê wan şewqe heye.

Jinên herêmê şalwarên gulgulî yan jî reş li xwe dikin. Bi ser şalwar de qazaxek ku jê re dibêjin "qeyme" li xwe dikin. Bi ser şalwar de jî etekek sê perçeyî li xwe dikin. Li serê jinan kofiyek û bi ser de jî şarpeyek gulguli yan jî reş tê girêdan.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]