Maden (navçe)

Ji bo maneyên din li Maden binêre.
Navçeya Madenê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Xarpêt (parêzgeh)
Serbajar Maden

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 37 gund

Gelhe (2008) 16.447[1] kes
Rûerd 344 km2
Berbelavî 47,8 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 5.929 kes
Koordînat 38°23′35″Bk 39°40′10″Rh / 38.39306°Bk 39.66944°Rh / 38.39306; 39.66944
Bilindayî 1.020 m
Koda postayê 23400
Koda telefonê (+90) 424
Maden li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Maden
Maden
Maden (Tirkiye)

Maden yek ji navçeyên Mezrayê ye. Gorî îdiyan navê Maden ji zimanê Asûrî tê û di dema desthilatdariya Asûriyan (2000 b.z.) de bingeha wê hatiye avêtin. 78 km li başûr-rojavayê Mezrayê dikeve. Firehiya erdê Madenê 939 km² û nifûsa wê bi giştî teqrîben 20.600 kes in. Ji xeynî Deşta Behramazê pirraniya axa navçeyê ne ji bo çandiniyê ye, çiyayî ye.

Li navçeyê riya hesinî heye. Derxistina madenan bi destê fîrmayên dewleta Tirk heya Ewropa tê firotin lê gel xizan e. Dîroka herêmê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Asûriyan, Med, Mîttanî, Roman, mîrîtiyên Kurdan û Osmanî li herêmê desthilatî kirine. Di dema Osmaniyan de hin caran bi eyaleta Keban, hin caran jî bi Amedê ve hatiye girêdan. Piştî avabûna Komara Tirkiyê heya sala 1927 kirine wilayet, lê di sala 1927 de dîsa kirine navçe û bi bajarê Mezrayê ve girêdane. Gelê herêmê ji nebirêkûpêkbûna elektrîkê, kêmahiya bijîşk û dibistanan û bêkariyê gilîdar e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]