Mêzgir: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 89: Rêz 89:
* [[Tarpasor]] (''Yenibudak'')
* [[Tarpasor]] (''Yenibudak'')
* [[Xoskêx]] (''Alanyazı'')
* [[Xoskêx]] (''Alanyazı'')



| valign="top" |
| valign="top" |
Rêz 100: Rêz 99:
* [[Goydepê]] (''Göktepe'')
* [[Goydepê]] (''Göktepe'')
* [[Hêwedan]] (''Ayvatlı'')
* [[Hêwedan]] (''Ayvatlı'')
* [[Îsmaîllî]] (''İsmailli'')
* [[Îsmaîlî, Mêzgir|Îsmaîlî]] (''İsmailli'')
* [[Îlalî]] / Îlano (?) (''Balkan'')
* [[Îlalî]] / Îlano (?) (''Balkan'')
* [[Kurikan]] (''Obuzbaşı'')
* [[Kurikan]] (''Obuzbaşı'')

Guhartoya 12:40, 15 sibat 2013

Navçeya Mêzgirê
Mazgirt
Navçeya Mêzgirê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Navçeya Mêzgirê
Navçeya Mêzgirê
Koordînat: 39°01′12″Bk 39°36′19″Rh / 39.019908°Bk 39.60538°Rh / 39.019908; 39.60538
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehDêrsim
SerbajarMêzgir
Îdarî
 • QeymeqamHaluk Çakmak
Hejmara nahiyeyan3 nahiye
Hejmara bajarokan3 bajarok
Hejmara gundan76 gund
Qada rûerdê
 • Giştî674 km2 (260 sq mi)
Bilindahî
1.420 m (4660 ft)
Nifûs
 (2009)
8.404 [1]
 • Berbelavî12,47/km2 (32,3/sq mi)
 • Serbajar
 (2009)
1.712
Koda postayê
62800
Koda telefonê(+90) 428
Map
biguhêreBelge

Mêzgir an Mazgêrd (Mazkêrd) (bi tirkî Mazgirt) yek ji navçeyên Dêrsîmê ye. Gelê wî Kurmanc ne. Gelê herêmî bi piranî zaravayê Kurmancî qise dike, belê Kirmanckî jî li bakurê navçeyê tê axaftin. Zaravayê Kirmanckî hinek li bakurê Mêzgirê tê qise kirin.

Dîrok

Navça Mêzgirê, di bin çiyayê Mêzgirê binavê din Kêreyê bilind yên Mêzgirê hatiye avakirin. Peyva “Kêre” di devoka herêmê de tê wate yan jî maneya zinarên bilind û asê. Li bakûrê - rojavayê bajêr, Kela Mêzgirê heye. Û ew şahîdê wê ya ji dîroka dur û drêj e.

Li gorî şopên dîrokî herêm ji şaristaniya Hûrrî – Gûttî – Mîtanî û Hîtiyan heya îro çîroka xwe ya jiyanê bê navber dihone. Li rojhilatê Mêzgirê ku heya dawiya Deşta Oxî hemû rê û dirbên herêmê, li rojava hemû rê û dirbên deşta Pêrtag li bakur devê Gelîyê Mizûr û geliyê, Xarçikê; û li başûr jî hemû gundên viyalê û wiyalê di bin çavê Kela Mêzgirêde ne.

Mêzgir, di dîroka Kurdistan, Mezopotamya û Anatoliayê de yek ji deh warên sereke herî kevn û navdar e. Li gorî pelg û şûnemayên dîrokî Semsor( Samosata), Amîd, Melîte (Meletî), Sawastia (Sêwaz), Mêzgir (Mazkêrt), Nisêbîn ( Nisîbîs) çend ji wan naven navdarin. Her çiqas Mêzgir ewqas ji kurahiya dîrokê were îro jî pêşneketiye mixabin û mîna zarokek bi vîtamîn her roj ji teqetê dikeve. Lê gava mirov li dîroka êrîş û parastina artêş û dewletan dike: Eşkereye para cografyayê ya çetin heya serdema Kapîtalîzmê destxurtî ango advantajek ji wargeyên wekî Mêzgirê re peydekiriye jî piştî vê serdemê buye astengî û dezadvantaj an jî qelsî.

Eşkereye ku parastina wargehekî ji aliyê cografyayê ve de çiqasî zêde be, di serdema kapîtalîzmê de tê wê wateya zahmetî û bihatiya pêkanîna binesaziya wê derê ye. Wargeyên ku eraziya xwe kêm bin divê gundên dorê xurt bin daku ji hêla aborî ve li ser nigan bimîne.

Piştî hatina Tirkan a Anatoliayê, bi taybetî jî di demên Safewî û Osmaniyan de herêm, di navbera wan de her tim hatiye û çûye. Yanê dest goriye. Mîr Şerefxanê Bêdlîsî di Şerefnamêde delîlên berbiçav dide me. Mêzgir di wan deman de girêdayê sencax û Mîrê Melkîşê ango Çemîşgezekê ye.

Di rewşa halê doh û îro de ew fersenda li vê herêmê bi dest neketiye. Gundiyên Mêzgirê jî têde tevahiya herêmê bi polîtîkayên Komara Tirk berê xwe ji bo xebate dane yan danê bajarên pîlot wekî Xarpêt, Erzingan, Meletî, yan jî bajarên Tirkiyê wekî Edene, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Stenbol û hwd.

Mêzgir jî hem ji ber hest û karakterên kapîtalîzmê û hem jî ji ber kiryarên ku di Berxwedan Dêsimê de qewimîne Komara tirk aciz kiriye. Lewra bi hezaran însan li vê herêmê dane ber agir û gulebarana Mîtralyozan.

Ji derba 12ê îlonê ya sala 1980 vir ve çiyayên Mêzgirê, dîsa gîhîştiye rola xwe ya serdemên borî. Serdestiya Komara Tirk ya li ser herêmê xemilandina bi qereqolan li ser KÛR /LÛTKE û tapikên çiyayên herêmê “xemilandiye” ango pêkaniye.

Qereqola Stasyona Antêna Mêzgirê, Tabûra Weliyan, Tabûra Gaza Moxindî, mîlîtarîzekirina herêmê de rolên sereke dilîzin

Erdnîgarî

Gundên Mêzgirê

3 nahiye û 76 gundê navçeya Mêzgirê hene:

Mêzgir (navend)[2]

Çarsenceq (Akpazar)

Moxindî (Darikent)

Civak

Gelê Mêzgirê weke hemû herêmên Kurdistanê hemû Kurd in. Piranî li Mêzgirê bi Kurmancî qise dike, lê li bakurê Mêzgirê jî hinek bi zaravayê Kirmanckî qise dikin.

Navdarên Mêzgirê

Çavkanî