Tenûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tenûreke Kurdistanê ya ku tê de nan tê pijandin
Tendûreke nan a Farqînê.
Qirşika ji bo tenûrê, Farqîn.

Tenûr an tendûr çandeke kurdewariyê ye û li her deverên Kurdistanê têne bikaranîn. Du çeşnên tenûrê hene: tenûra nan û tenûra parêvê ye.

Tenûra nan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tenûra nan ji axa spî tê çêkirin tevlî axa sipî jî ka jî tê bikaranîn da ku tenûr zû bi zû neşeqite. Tenûra nan bi giştî li ser axê ye mêtroyek ji erdê bilind firehiya wê jî mêtroyek heye lê ji erdê heya tenûrê firehî biçûktir dibe. Devê tenurê nîv mêtroye û tenûr bi pejink û darên hişk tê germ kirin.

Tenûra parêvê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çeşna din tenûra parêvê ye. Ev tenûr sê mêtro li bin erdê ye û firehiya wê mêtroyek e. Ev tenûr bi tenê ji bo pehtina parêvê tê bikaranîn. Derdora vê tenûrê bi tuxleyên sor tê çêkirin. Ji bo tenûr germahiya xwe baş biparêze, li der dora tenurê xwê tê tije kirin. Ev xwê ya li derdora tenûrê ji ber germahiyê piştî demekê dihele û wekî tehtê lê tê û ji tu deveran ve germahî bernade. Ev tenûr bi taybetî li Sêrt û Bedlîsê têne bikaranîn.