Kanala Suezê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kanala Suweyş

Kanala Suezê (قناة السويس, Qanat es-Suweys) kanalaka çêkiriya navbera Derya Navîn û Derya Sor de ye. Kanala Suezê 163 km dirêjahiya, derê herî teng jî 300 m firehiya xwe heye û Port Said û bi Suezê ve digîhîne hev.

Kanal ji aliya Compagnie Universelle du Canal de Suez, ango Pardariya Gerdûnî ya Kanala Suezê, hat çêkirin. Kanal di 16ê sermawezê 1869an de hat vekirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kanalakê navberê Derya Navîn û Derya Sor de ji berê de dihat plankirin. Di sedsala 14em a b.z. de Sethos I û Ramses II kanaleke Nilê heta Gola Timsah û ji Gola Timsah de jî heta Derya Sor çêkir. Ew kanala ji bo xopandinê, an jî ji bo pir teng bû, paşê qir bû. Di sedsala 7em a b.z. Necho II xwest ku kanaleke Nilê heta Derya Sor çêke. Lê gorî gotinên Hêrodotos di avakirina kanalê de 120.000 mirov mirine û nikanî kanalê temam bike. Li paş Necho II re Darîûs I ew kanala temam kir. Ptolemî (285 b.z.) jî xebata Daryûsê Mezin hîn rind kir.

Dema Kleopatra VII û roman de kanal wek berê ne bi qêmet (biha) bû.

Dema ereban Misir dest xwe xwist şinda Amr, cîhangirê Misir, dema Xelife Hz. Omer de, kanal Qehîre de heta Derya Sor çêkir. Sedsaleke din şinda, kanal carî din bêerk bû.

Daxwazê çêkirinê kanaleke li ser Nîvgirava Sînai Serdema Navîn de jî dewam kir. Wekok venedîkan di 1504 bi Împeratoriya Osmanî re ji bo Kanaleke navbera Derya Navîn û Derya Sor de çêkin nivîsand.

Gottfried Wilhelm Leibniz jî li ser çêkirinê kanalê di 1671an de ji Ludwig XIV re nivîsand.

Kengê Napoléon Bonaparte çû Misirê 1798an de xwest ko kanalakê çêke. Paş Endazeyar Gratien Lepère got ku Derya Sorê li Derya Navîn 10 m. bilindtirê şinde Napoleon ji çêkirinê kanalê vegeriya.

Di 1843an de Metternich xwest ku Mehmet Ali Paşa re kanalê çêka jî wî bala xwe nade ye.

Ferdinand de Lesseps

Di 1854an de Ferdinand de Lesseps bi destekê serkowezîr Muhammed Said re dest bi xebatê çêkirinê kanalê kir. Di 1856an de jî Compagnie universelle du canal maritime de Suez hat sazkirin. Ew destpêk de 52% fransî û 44% jî dest Misir de bû. Serokê pardariyê Lesseps bû. Pardariyê mafên kanalê heta 99 salan standin. 99 salan şinda jî kanal dikir ya Misirê be.

Di 25ê adarê 1859an de li Port Said avakirina kanalê hat destpêkirin.

1,5 milyon mirov di avakirina Kanalê de şixûlîn. 125.000 mirov di avakirinê de ji bo kolera mirine. Di 18ê adarê 1869an de Derya Navîn gehîşta Gola Bitter, di 17ê sermawezê 1869an de jî kanal hat vekirin. Kanalê di binî de 22 m, di ser de 58 m fireh bûn, 8 m jî kûrbûna xwe hebû. Kanal bi 19.000.000 Pound Sterlin mal bû.

Krizên li ser Kanalê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keştiya di kanalê de li Port Saidê di 1880î de

Di 1875an de Britanya para Misirê stand û kargeriya de jî par dest xwe xwist.

29ê kewçerê 1888an de Kanala Suezê navçeykê bealî hat danezanîn û ji bo keştiyên navnetewî hat vekirin.

Di dema Şerê Cîhanî yê Yekem û Şerê Cîhanî yê Duyem de Brîtanya kanal sehêt (kontrol) kir.

Di 1936 kargeriya kanalê dest Compagnie universelle du canal maritime de Suez û dest Brîtanya de ma.

Di 1956an de Krîza Suezê derket. Nassir 26ê tîrmehê de kanal wek ya Misirê, ango netewî, dazanîn û para 44% ji Brîtanya dest stand. Li ser wê ve 29ê kewçerê de Brîtanya, Fransa û Îsraêl êrîşa Misirê kirin. Nassir 40 keştiyan wê demê di kanalê de bin av kirin. Nîvgirava Sîna hat vegirtin. Di 1957an de bi serwerî ya Lester Pearson, wezîrê karûbarên derveya Kanada, de krîz hat ji hev derxwistin. Kanal 1957an de bi ewleyî UN şinda hat vekirin. 1967an de dema Şerê Şeş Rojan de Misir carî din hat girtin. Kanal heta 1975 girtî ma.

Danen Kanalê Îroj[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dirêjahiya Kanalê 190,25 km. ye. Li bakur kanalê li ser 345, li bin jî 215 m firehe. Li başûr kanalê jî li ser 280 m, li bin jî 195 fireh bûna xwe heye. Kûr bûna Kanalê 22,5 m. ye.

Kanal Bakur li Bûr Saidê dest pê dike, heta Îsmaîlîa 78,5 km, Îsmaîlîa de heta Port Tevfik 83,750 km,

Serdaba Ahmed-Hamdi[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 1980an vir de serdabakê (tûnel) Suez û Qehire bi hev gehî ne. Ew 1704 m direjahî û 42 m kûr bûna xwe heye.

Bibîne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Koordînat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Giredanê Web[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]