Tesalonîkî

Tesalonîkî
Θεσσαλονίκη (Thessaloniki)
Tesalonîkî
Alaya Tesalonîkî(y)ê
(Ala)
Damezrandin 315 bz
Tesalonîkî li ser nexşeya Yewnanistan nîşan dide
Tesalonîkî
Tesalonîkî
Tesalonîkî (Yewnanistan)
Kargêrî
Dûgel Yewnanistan
Welat  Yewnanistan
Herêma erdnigarî Makedonyaya Navîn
Parêzgeh Tesalonîkî
Şaredar Yiannis Boutaris
Demografî
Gelhe 800.764 kes[1] (2007)
Berbelavî xxx kes/km²
Erdnîgarî
Rûerd 111,703 km² km²
Koordînat 40°38′21″Bk 22°56′40″Rh / 40.63917°Bk 22.94444°Rh / 40.63917; 22.94444
Dem (UTC) UTC+2
Agahiyên din
Koda postayê 53xxx, 54xxx, 55xxx, 56xxx
Koda telefonê 231
Malper www.thessaloniki.gr

Tesalonîkî (bi yewnanî: Θεσσαλονίκη Thessaloníki), bajêrê mezin yê duyê û paytextê devera Makedonya ya Yewnanê e. Ji Tesalonîkiyê re dibêjin 'symprotevousa' anko tevpaytext, ji ber dîroka dirêja wê û giringî ya stratejîk û aborî ye wê. Bi awayekê gelek fermîtir ji Tesalonîkiyê re dibêjin Paytextê Karûbarên Kultûrî. Tesalonîkiyê 13 şehredarî hene, û li gorî serjimêra 2001'ê, hijmara akinciyên wê 809,457 kes in. Tesalonîkî bajêrekê bibizav û jîntijî yê Yewnanê û yek ji pêvendgeh (hub)ên rojhilata Ewropayê e. Du zanîngeh li vî bajêrî hene û hijmareka mezin ji akinciyên bajêrî xwîndinkarên zanîngehan in. Gelek kar û şûnwarên nijyarvanî (arkitekt) a Bîzantî û Osmanî yên dîrokî li vî bajêrî hene.

Mustafa Kemal Atatürk li Tesalonîkiyê hat ser dinyayê.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çaxa Yewnanî anko Helênî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 315'ê berî bûna Îsayî, bi destê Kasanderê şayê Makedonê li ser cihê bajêrê kevnê Termayê û gundên derdora wê hat avakirin. Wî navê bajêrî ji ber navê jina xwe (Tesalonik a kîja Eskenderê Makedonî) kir Selanik. Îskenderê Mezin jî navê keça xwe ji ber serkevtina xwe bi ser gelê Tesalînî hilbijart bû. Ev bajêr gelek zû mezin bû û mîna hemî bajêrên dî yên Makedonî yên wî çaxî perlenana xwe û nîv-xwe-serîyek hebû.

Çaxa Romanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî herifyana Împeratoriya Makedonê li sala 168'ê berî bûna Îsayî, Tesalonîkî kevt bin destê Komara Romê.

Çaxa Bîzantî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema Împeratoriya Romê dabêşî du parên rojavayî û rojhilatî bû, Selanik kevt bin destê Împeratoriya Romê a Rojhilat anko Bîzansê.

Çaxa Osmaniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema Emperatoriya Bîzansê nikarebû Tesalonîkiyê ji êrîşên Osmaniyan biparêzit, bajêr firot Vênîziyan. Venîzî jî li beranberî Osmaniyan şkestin û Tesalonîkî piştî 3 rojên dorgirtinê li 29'ê Adara 1430'ê kevt bin destê Sultan Muradê Duyê.

Çaxa Nû[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li roja 26'ê Çiriya Pêşîna sala 1912'ê, piştî şerê Balkanê yê Yekê ji destê Osmaniyan rizgar bû û gehişt Yewnanê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

[2]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Tesalonîkî de hene