Here naverokê

Tirbespî

Tirbespî
Kargêrî
Welat Rojavaya Kurdistanê
Dûgel Sûriyê
Parêzgeh Hesîçe
Navçe Qamişlo
Demografî
Gelhe (2004) 16.946 kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°1′39″Bk 41°32′49″Rh / 37.02750°Bk 41.54694°Rh / 37.02750; 41.54694
Bilindayî 405 m
Tirbespî li ser nexşeya Rojavaya Kurdistanê nîşan dide
Tirbespî
Tirbespî
Tirbespî (Rojavaya Kurdistanê)
Tirbespî li ser nexşeya Sûrî nîşan dide
Tirbespî
Tirbespî
Tirbespî (Sûrî)

Tirbespî (bi erebî navê wê kirine al-Qahtaniya)[1], bajarekî ser Qamişloka Hesîçeyê li rojavaya Kurdistanê ye.

Tirbespî weke cihekî cografî heye, weke dîrok xwedî dîrokeke kevnar e, nimûneyên ji gundê Leylên xuya ne. Tirbespî bajarekî piçûk e û xelkên wê mirovine hêja û taybetî ne, lê mixabin ew hinekî bêdeng in û xelkên wê gelekî li ser xwe naaxivin.

Navê Tibespiyê ji kêlên goran yên rengspî hatiye.

Tirbespî û gundên dora wê biserkêşîya Malbata Haco mazinê eşîra Hevêrkan tê naskirin. Tirbespî gundê malbata Haco bû.

Kesên rengekî xwe dane Tirbespiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî sala 1957an Tirbespî navenda veşartina kurdên welatparê û yên pêşvwerû bû (li pirtûka Mihemd Teleb Hîlal meyzêne).

Brahîmê Ezem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girgirekekî êla Dorikan ê. Hestûyên şikestî dicebirandin, dermanên kurmancî çêdikirin û keresteyên dermanên xwe bi piranî ji dikana Şamoşo dikirîn.

Ebasê Fatê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema ev camêr diaxivî derzî ketibana deng jê dihat, her kes bêdeng dibû û lê guhdar diman. Bi hostayî û hinerekî bilind diaxivî. Gotinên wî bi rengekî gelekî spehî li hev diguncîn. Wêneyên ciwan ji devê wî derdiketin û şiroveyên wî aqilqne bûn. Dema wî bûyek digot wilo xweşik dihate ber çavê guhdaran weke, ko mirov wê bûyerê di filmekî sînemê de bibîne.

Gelo Hêrilo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dikançî bû.

Gewrîko[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gewrîko bi gewd û gir bû û nîv dîn û behleyî bû û pir dixwar. Ew li pey xwarinê diçû hemû şîna. Carekê di şîna Hesen de, Cemîl birayê Hesen ji Gewrîko pirsî, got niha tu dixwazî her roj yek ji me bimire ne wilo? Gewrîko got, erê bi xwedê xalo!

Himo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Himo mirovekî her û her serxweş bû, wî eraq ji tenekan divexwar. Ew mirovekî bêzerar û zarxweş bû.

Hiseynê Seyîd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hiseynkê Pîxir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navmalî bû. Carekê Hesen gotiyê, here meyzêne, ka ewr e, yan sayî ye! Ew çû derve û hat got: Bi xwedê xalê Hesen baranê nehiş ko ez serê xwe hildim û meyzênim.

Mecîdê Êzîdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirovekî gelekî xizan û perîşan bû, lê ji dinya xwe jî gelekî dilxweş û razî bû. Tevlî ko pariyek nan di mala wî de peyde nedibû, lê ko tu di ber mala wî re dibuhûtî, bi taybetî danê evaran, te didît gava ko wî û jin û zarokên xwe destên hev girtine, û dîlaneke geş û xweş li ber stranê, ko wan bi xwe digotin, digerênin. Vê malê ti caran ti kes ji xwe tore nekir û ti caran tikesî dengê wan bi xirabî nebihîstiye.

Mûro[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirovekî civakhez xizmetkar û xwe tevlî her tiştî dikir.

Mûsayê Altê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew bi eslê xwe ermenî bû, ji herêma Xeran bû. Xwende û wêjevan bû. Wê demê xwendevan kêm bûn û bi ser de ew şeherezayê seqayê bû. Deftereke wî hebû û wî li gor wê zanîbû kengî debe ewr yan sayî û kengî baran dibare.

Mûsayê Cido (Mûsayê Kêrker)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirovekî gelekî henekoyî bû. Devera ko ew lê bana axaftin ya wî bû, bayekî xweş dikete nav civata wî û dibû ken û şahî. Carekê çûbû bajarê Dêrikê. Mûsikê Keçel jê pirsî, got ko apê Mûsa ma tu hatî? Wî lê vegeran, got ko ma ez bêjim na, tê ji min behwer bikî?

Wî kêr ji streh û pola çêdikirin û hema gişt ji kêrên wî pêve li herêmê nebûn. Û li gor meteloka kurdî: 'Ne mêrê bê kêr û ne jina bê derzî'kêrkên wî bi her kesî re hebûn, lê gelek caran ew bê kêrik bû.

Osmanê Anîşkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mala wî li ber çêm li anîşka gund bû.

Rifeeto[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rifeeto kor bû, bi şev bana yan bi roj bana wî bê şaşîtî dizanîbû ka seet çend e.

Sewmê Qehyanê (Girêkrîs)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rîsvan bû û borîzevanê leşkerê Tibespiyê bû.

Şamoşo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şamoşo xwedî dikan bû. Wî dermanên kurmancî û reng difirotin. Wî derman ji bona alîkariya xelkê difirotin ne ji bona sûdên diravî û bazirganiyê. Şamoşo mirovekî gelekî bêhnteng bû. Wî ti caran sûnd nedixwarin. Heke pêwist kiriban wî bi tenê digot behwer bike. Carekê wî çakêtekî xwe kirî. Dema xwest li xwe bike du caran ceriband destê wî di zendikê re derbas nebû. Wî çakêt avêt û ew nema ti caran li xwe kir.

Şibê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şibê mirovekî behle bû. Çakêt û qapût û qirûqaf difirotin. Carekê jî wî sêv difirotin. Zenawer jê pirsî got ko Şibê tu van pîvazan bi çi difiroşî? Şibê di ber xwe de got, ko bi xwedê ko ev pîvaz bin em tê de xisirîn.

Ûsiv Gewriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ûsivê Çemento[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ûsivê Hewarê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di heyama wî de ev alavên ragehandinê yên modern nebûn, lê wî şûna telefon û radyo û televizyonê jî digirt. Te çi pirsîbana xeber li cem wî bû.

Cihên ku rengê xwe dane Tirbespiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Aşê avê
  • Ev aş gelekî kevn e. Dema ku Haco bi êla xwe re hate Tirbespiyê ev aş li wir hebû.
  • Bexçê Mezin
  • Borkê Kehran
  • Bîra Artiwazî
  • Mizgefta Mele Îsa
  • Dêra filehan
  • Dibistana Tirbespiyê
  • Dikana Gelo Hêrilo
  • Diyarê Topê
  • Gola Çîtê
  • Motorê Kehrebê
  • Oda Mala Haco
  • Qehwa Şihadê
  • Qijla leşkerî
  • Şiharê Kerikê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Q.Ş. Ta bi navê keviran guhertin!, 11.01.2010 Mediakurd.com