Toni Garrn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Toni Garrn
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Navê jidayikbûnê
Antonia GarrnLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Campion School (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Zarok
1
Bejn
1,81 mLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Représentée par
Women Management (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper

Antonia Garrn (jdb.7ê tîrmeh a 1992an li Almanya)[1] model û lîstikvaneke alman e. Ew piştî ku di sala 2008an de bi Calvin Klein re peymaneke taybetî navîşand, di pîşesaziya modeyê de navdar bû.[2][3]

Jiyana berî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Toni Garrn

Garrn li Hamburgê ji dayik bû.[1] Bavê wê di pargîdaniyeke neftê de xebitî û diya wê jî karsaz e.[2] Birayekî wê yê mezin heye, Niklas (jdb.1990 ), ku ew jî wekî model dixebite.Dema ku Garrn du salî bû, ew bi malbata xwe re çû Londonê û paşê dema ku şeş salî bû çû Atînayê ku li Dibistana Campion (Atîna) xwend. Dema ku ew 10 salî bû, bi malbata xwe re vegeriya Hamburgê.[2] Garrn dikare piyanoya klasîk bilîze, ji 6 saliya xwe wane girtiye. Dema ku Garrn 13 salî bû,[2] ew li bajarê xwe Hamburgê di dema Kûpaya Cîhanê ya FIFA ya sala 2006ê de hate vedîtin û dûv re bi ajansa New yorkî Women Management re navîşand.[3]

Zimanên zikmakî yên Garrn îngîlîzî ( ji ber ku di zarokatiya xwe de li Înglistanê jiyaye) û almanî ne; ew dikare fransî jî biaxive.[4]

Kariyera wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Toni Garrn (2014)

Garrn di 15 saliya xwe de wek modela taybet ji bo pêşandana podyûmê ya Calvin Klein Bihar/Havîn a sala 2008 li New Yorkê destpê kir . Dûv re wê di kampanyaya reklama sêwiraner de hate pêşandan.Heyama paşîn ew dîsa bi taybetî ji bo Calvin Klein li ser podyûmê mêşiya.[5] Di heyamên 2009an de, wê li ser 60 pêşandan ji bo sêwiranerên bi prestîj ên wekî Stella McCartney, Dior, Louis Vuitton, Chanel, Hermès, Dolce & Gabbana, Michael Kors û yên din di hefteya modeyê de meşiya.[5] Ew di kovarên Vogue (Parîs, Îtalya, Almanya, Rûsya, Çîn, Spanya, Meksîk, Japonya, Kore, DYA), Muse, Elle (DYA, Îtalya, Fransa), Numéro (Fransa, Tokyo), Glamour (DYA) , Marie-Claire (Îtalya), Another Magazine, Harper's Bazaar (DYA) û i-Dyê de derket û li ser bergê kovara Tush û kovara V wekî 8emîn modela herî baş a bihara sala 2008ê cih girt . Ew li ser bergê hejmara 100 ya Numéroyê a sibata 2009ê bû.[3]

Toni Garrn li Energy Fashion Night (2016)

Di destpêka sala 2012an de, ew dîsa ket lîsteya Top 50 Modelên Jinan yên malpera modelan a navneteweyî models.com û di radeya 20an de cih girt.[6] Ew yekem car di sala 2009an de ket nav lîsteyê û di dawiyê de di radeya 11 de cih girt.

Di sala 2014an de, wê bi labela denim a alman Closed re hevkarî kir û xeta xwe ya cînsan sêwirand.Dahata ji firotina tîşortên wê yên Closed û cînsên wê yên xaniman "Toni" dê ji bo xêrxwaziyek ku ji bo perwerdehiya keçên ciwan li Afrîkayê tê bexş kirin.[7]

Karê Garrn bergên ji bo kovarên Numéro - ya fransî, japonî, çînî, almanî û rûsî-, Vogue ya almanî, îtalî, meksîkî, spanî, tirkî, ûkraynî, koreyî, rûsî,portûgalî û taylendî ,GQ ya almanî û Afrîkaya Başûr, W , Elle ya almanî û îtalî , Madame Figaro, Muse, Harper's Bazaar, Allure, Glamour, The Edit û Grazia'yê vedihewîne.

Garrn ji bo wan markeyan reklam kiriye : Calvin Klein, Prada, Versace, Cartier (parfûm), Jill Stuart, Fendi, Chloé, Emporio Armani, Hugo Boss, Zara, H&M, Dior, Donna Karan, JOOP!, Shiseido, Filippa K, J.Crew , Neiman Marcus, Givenchy (mikyac), Tommy Hilfiger, Juicy Couture, Massimo Dutti, Max Mara, Peek & Cloppenburg, Express, Ralph Lauren, Burberry, L'Oréal, Biotherm, NARS Cosmetics, Mango, Ann Taylor, Blumarine, Aign, Lancel, Alexandre Vauthier, Elie Saab, Calzedonia, Seafolly û Schwarzkopf.[3][8]

Garrn bi wênekêşên wek Steven Meisel, Peter Lindbergh, Karl Lagerfeld, Manfred Baumann, Paolo Roversi, Mariano Vivanco, Miles Aldridge, Craig McDean, Corinne Day, Camilla Åkrans, Ellen von Unwerth, Mert and Marcus , Victor Demarchelier, David Belle, Greg Kadel û Mario Testino xebitiye.[8]

Victoria's Secret[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2011an de, Garrn ji bo Victoria's Secret dest bi modelsaziyê kir û di destpêkê de di katalogên xeta kincan de xuya bû.Demek şûnda, ew di sala 2011an de li pêşandana Victoria's Secret Fashion Show meşiya û ji bo xeta PINK bi hevkara xwe model Shanina Shaik re wêneyek çêkir. Hilbijartina pêşandana Victoria's Secret Fashion Show ya yekem di sala 2010an de bû, lê di dawiyê de ji bo pêşandana wê salê nehat hilbijartin.

Di nîsana 2012an de, medyayan bi çewtî ragihandin ku Garrn wekî Victoria's Secret Angel a fermî hate hilbijartin.[9] Demek şûnda, hate eşkere kirin ku Garrn tenê ji bo kampanyaya Victoria's Secret ji bo xeta Dream Angel ligel Erin Heatherton û Lindsay Ellingson, û ji bo reklama Angels in Love bi Elyse Taylor re hate hilbijartin.[10]

Di 17ê nîsana 2012an de, Garrn û Victoria's Secret Angelên Erin Heatherton û Lindsay Ellingson bêhnxweşiya "Love Is Heavenly" li firoşgeheke Victoria's Secret li SoHoyê pêşkêş kirin.[11] Di çiriya paşîn a 2012an de, ew ji bo cara duyem vegeriya li ser podyûma pêşangeha Victoria's Secret Fashion Show û pêşandanê bi dawî kir.[12] Wê di sala 2013an de û dîsa piştî navberek di sala 2018an de ji bo pêşandanê mêşiya.

Lîstikvanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Garrn li Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Berlînê (2017)

Garrn di fîlma Lifetimeê ya sala 2017an Oscar Pistorius: Blade Runner Killer de rola Reeva Steenkamp lîst.Fîlm darizandina Oscar Pistorius ji ber kuştina bê dilxwazî ​​vedibêje piştî ku wî Steenkamp li mala xwe ya li Pretoriayê di 14ê sibata 2013an de bi kuştinê gulebaran kir.[13] Di heman salê de, Garrn di du beşên pêşîn ên rêzefîlma drama ya almanî ya You Are Wanted de lîst. Di sala 2018 de wê di fîlma Til Schweiger Head Full of Honey û di klîba muzîkê ya Álvaro Soler "La Cintura" de lîst. Di sala 2019an de, wê di fîlma superlehengan Spider-Man: Far from Home de rolek piçûk lîst.

Karê xêrxwaziyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2014an de, Garrn bû balyoza kampanyaya gerdûnî ya Plan Internationalê Ji ber ku Ez Keçek im û ji bo piştgirîkirina Planê wek mêvandar gelek bûyerên berhevkirina diravan hevbeş kir .

Di sibata 2016an de, Garrn weqfa Toni Garrn Foundation ava kir, ku armanc ew e ku drav berhev bike ji bo projeyên ku li Burundî, Gana, Rwanda û Ûgandayê gihandina keçan ji bo perwerdehiyê pêşve dixin.Wê ji bo xêrxwaziya xwe ya bi sernavê "Supermodel Flea Market" mazûvaniya salane ya berhevkirina dirav kir ku tê de kincên diyarî yên mirovên navdar û modelan têne firotin.[14]

Jiyana kesane[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Garrn bi hevala xwe yê herî baş, Ali Stephens re, di warxaneyekê de li Financial District,Manhattan,New York Cityê dijiya.[15]

Wê di sibata 2010an de ji bo ku balê bikişîne ser azmûnên dawîn ên Abîturê, hefteya modeyê berda.

Garrn ji sala 2013 heta sala 2014 bi lîstikvanê amerîkî Leonardo DiCaprio re têkiliyek bû.[16] Ji sala 2015ê heta sala 2016ê ew bi basketbolvanê amerîkî Chandler Parsons re têkiliyek bû.[17]

Garrn di 24ê kanûna pêşîn a 2019 de bi lîstikvanê îngilîz Alex Pettyfer re dergistî bû.Ew di 2ê çiriya pêşîn a 2020an de li Hamburg, Almanya zewicîn.Keçek wan heye ku di tîrmeha 2021an de ji dayik bû. Di 19ê hezîrana 2022an de, wê û Pettyfer merasîmek duyem li girava Paros a Yewnanistanê kirin.

Di 22ê nîsana 2023an de, Garrn li ser hesaba xwe yê Instagramê ragihand ku ew û Pettyfer ji hev veqetiyan.

Fîlmnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Sernav Rol Nîşe
2011 Life + Times: Empire State of Mind Xwe Kurtefîlm
2016 The Shift Kurtefîlm
2017 Under the Bed Lisa Fîlma televîzyonê
2017 You Are Wanted Katja 2 beş
2017 Oscar Pistorius: Blade Runner Killer Reeva Steenkamp
2018 Head Full of Honey
2019 Berlin, I Love You Heather
2019 Spider-Man: Far From Home The Seamstress
2021 Crisis Sarah

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "Toni Garrn". vogue.de (bi almanî). Roja gihiştinê 17 nîsan 2023.
  2. ^ a b c d Kaiser, Alfons. "The German Fräulein: Toni Garrn". faz.de (bi almanî). Roja gihiştinê 17 nîsan 2023.
  3. ^ a b c d "Toni Garrn". New York Magazine (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 9 gulan 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 nîsan 2023.
  4. ^ "Von wem kam der erste Liebesbrief, Toni Garrn?". YouTube (bi almanî). Stern. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 30 kanûna pêşîn 2017. Roja gihiştinê 17 nîsan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ a b "Toni Garrn". Fashion Model Directory (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 nîsan 2023.
  6. ^ "Top 50 Models Women". models.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 7 gulan 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 nîsan 2023.
  7. ^ Feitelberg, Rosemary. "Toni Garrn Collaborates With German Denim Label Closed" (bi îngilîzî). WWD. Roja gihiştinê 29 nîsan 2023.
  8. ^ a b "Toni Garrn". models.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 nîsan 2023.
  9. ^ "PHOTOS: Meet The New Victoria's Secret Angel". HuffPost (bi îngilîzî). 12 nîsan 2012.
  10. ^ "Supermodel Erin Heatherton". VS Allaccess (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 nîsan 2023.
  11. ^ Clary, Timothy A. (17 nîsan 2012). "Victorias Secret Supermodels Lindsay Ellingson, Erin Heatherton, and Toni Garrn during the launch of the latest Victorias Secret fragrance, Love is Heavenly and the Dream Angels bra during a photo-op at the Victorias Secret Soho Store in New York April 17, 2012". Montreal Gazette (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 nîsan 2023.[girêdan daimî miriye]
  12. ^ "Victoria's Secret Fashion Show 2012". Vogue (bi almanî). 8 çiriya paşîn 2012. Ji orîjînalê di 20 kanûna pêşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 nîsan 2023.
  13. ^ "Meet the Victoria's Secret model playing Reeva in new Oscar movie". News24. 2 çiriya pêşîn 2017. Roja gihiştinê 29 nîsan 2023.
  14. ^ Giannotta, Meghan (13 çiriya paşîn 2019). "Pop-up 'Supermodel Flea Market' sells models' donated designer goods for a cause". amNewYork (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 nîsan 2023.
  15. ^ "Toni Garrn Net Worth". bossnetworth.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 29 nîsan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 nîsan 2023.
  16. ^ "Leonardo DiCaprio, model Toni Garrn reportedly split". Los Angeles Times. Roja gihiştinê 17 nîsan 2023.
  17. ^ "Toni Garrn und Chandler Parsons trennen sich". stern.de (bi almanî). 2 çiriya paşîn 2016. Roja gihiştinê 30 nîsan 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]