Here naverokê

Ulysses (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ulysses (roman) hat beralîkirin)
Ulysses
Nivîskar James Joyce
Welat Îrlenda
Ziman Îngilîzî

Ulysses romaneka modernîst ya nivîskarê navdar yê îrlendî James Joyce e ko li berahiyê ji sala 1918ê heta sala 1920ê xelek di kovara amerîkayî ya The Little Reviewê da hat weşandin, paşî li sala 1922ê, di rojbûna 40-saliya nivîskarî da, bi tivavî li Parîsê hat weşandin.

Ew wekî yek ji giringtirîn romanên sedsala 20ê û nimûneya bizava edebî ya nûdembawerane anko modernîst dihêt dîtin. Ew roman mişlaqî anko paraleleka nûdem ya Odîseya ya nivîskarê navdar ê yewnanî Homerî ye.

Di cîhanê de di nav pirtûkan de herî zêde ku tê firotin lêbelê herî kêm tê xwendin ew pirtûk e. Ê ku dixwazin bibin edebiyatnas bi taybetî jî ê ku li ser edebiyata nûjen bixebitin pewîst e vî pîrtûkê bixwînin. Berhem li ser rojekî disekine. Ew roj 16 pûşber 1904 e. Lêbelê nivîskar 1917an de dest bi nivîsînê dike 1922an de diqedîne. Pêşî di kovaran de tê weşandin (Little Review American). Her beş ûsluba vî cûda ye. Ji 18 beşan pêk tê. Berhema xwe bi şekla berhema Homeros Odîseya yê çêdike. Berhema Odîseya ya Homeros adapteya sedsala 20emîna Dublînê dike. Di herbeşê de cihekî Dublînê neqşdike. Yekê ku di sala 1904an de jiyaye pirtûkê bi hêsanî fêm dike. Lewra di vê serdemê de bûyerên sîyasî û etnik jî di pirtûkê de cî digire. Ji bo ku taswîrên cinsî hene mûstehcen dibînin di sala 1920an de bi avayekî sansûr li Îngiltere 1922an de jî li Parîsê tê weşandin. Orjînala vî 1958an de tê weşandin. Pirtûk ji her aliyê ve pirtûkeke teknîk e. Di her beşê de teknîkeke cuda bikaraniye. Pirtûkê de beşekî wek şanoyê beşa dawî jî 45 rûpel bê xalbend nivîsiye.