Here naverokê

Urduna Rojava

Urduna Rojava
Occupied territory, herêma bi nîqaş û Region of Palestine Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Urduna Rojava li ser nexşeyê
Map
Urduna Rojava li ser nexşeya Filistîn nîşan dide
Urduna Rojava
Urduna Rojava
Koordînat: 32°0′Bk 35°21′Rh / 32.000°Bk 35.350°Rh / 32.000; 35.350
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletDewleta Filistînê, Israeli-occupied territories Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê1949 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarMahmoud Abbas (2004–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî5860 km2 (2260 sq mi)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Zer: Deverên ku di bin kontrol û kargera Filîstiniyan de(Qisim A, gorî Lihevhatina Osloyê),
Pembe: Deverên di bin kargeriya Filistîniyan û di bin kontrola Îsraîlê de (Qisim B)
Spî: Deverên di bin kontrol Û kargera Îsraîlê de (Qisim C)
Macenta: Deverên nişteciyên Îsraîlî lê dijîn.

Urduna Rojava (bi erebî: الضفة الغربية‎, lat. ed-deffa el-Xerbiyya, bi îbranî: יהודה ושומרון‎) herêmeka li Rojhilata Navîn e. Rûerda wê dorê 5.800 km² e.[1] Ew pê hilweşîna Împeratoriya Osmanî re di nav sînorên Mandata Gel a Filîstînê de dima. Wextê ku di sala 1947'an de bo parvekirina axên vê mandatê nîqaş hat kirin û Neteweyên Yekbuyî pêşniyara du dewletan kir dewletên Ereb va daxwaza qebûl nekirin û di dawiyê de pê danezanîna serxwebûnê Îsraêlê di 14'ê gulanê 1948'an re, Şera Ereban û Îsraêlê di sala 1948'an de meheya sermewazê de derket.[2] Ew li wê şerê şunda Urdunê teva sînorên xwe kir û nav sînorên Urdunê de ma. Lê ji pê serketina Îsraêlê di Şerê Şeş Rojan virve ew ji hêla Îsraêlê tê karger kirin.[3][4]

Sînor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Urduna Rojava bi Urdun û Îsraêlê ve tê sînor kirin. Lê nêvbera Îsraêl û Ûrdûna rojava tu sînorên net tune ne.

Ji pê lihevhatina Osloyê di sala 1993'an re Urduna Rojava hat kirine sê qisiman. Gorî vê sinif kirinê axên Urduna Rojava wek sê tîpan hat sinifandin. Li van tîpa A ew derên ku lê Filîstînî dijîn û dura axên Îsraêlê temsîl dikir. Li van deverên ku dikevina sinifa A di bin kontrol û kargeriya Filîstînyan de ye. Deverên ku bi tîpa B tên temsîl kirin, dê ji hêla Filîstiniyan bê karger kirin, lê dê herwiha ji hêla Îsraeliyan jî bên kontrol kirin. Deverên ku bi tîpa C tê temsîl kirin jî dê ji hêla Îsraêliyan him bên kontrol kirin him jî bên karger kirin.[5][6]

Gel[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Urdunê Rojava nêzî 2,850,000 kes dijiye. Li nav wan nêzî 275.000 Îsraêlî ne.[7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Albin, Cecilia (2001). Justice and Fairness in International Negotiation. Cambridge University Press. ISBN 0-521-79725-X
  2. ^ Bamberger, David (1985, 1994). A Young Person's History of Israel. Behrman House. ISBN 0-87441-393-1
  3. ^ Dowty, Alan (2001). The Jewish State: A Century Later. University of California Press. ISBN 0-520-22911-8
  4. ^ Eldar, Akiva and Zertal, Idith (2007). Lords of the land: the war over Israel's settlements in the occupied territories, 1967–2007, Nation Books. ISBN 978-1-56858-414-0
  5. ^ Gibney, Mark and Frankowski, Stanislaw (1999). Judicial Protection of Human Rights. Praeger/Greenwood. ISBN 0-275-96011-0
  6. ^ Gordon, Neve (2008).Israel's Occupation. University of California Press, Berkeley CA, ISBN 0-520-25531-3
  7. ^ Howell, Mark (2007). What Did We Do to Deserve This? Palestinian Life under Occupation in the West Bank, Garnet Publishing. ISBN 1-85964-195-4