Vakuol

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Vakuolên paramesyumê

Vakuol (ji peyva latînî Vacuus bi wateya "valahî") kîsikên biparzûn dorpêçkirî ne û hundirê vakoulê bi molekulên organîk û înorganîk tijî ye.

Vakuolên yekxaneyan[biguherîne]

Vakuol ji zimanê latînî ji peyva vacuus çê bûye. Her çiqasî wateya vacuus ‘valayî’ be jî, vakoul tu car vala nîn e. Vakuol, kîsikên biparzûin dorpêçkirî ne û hundirê vakoulê bi molekulên organîk û înorganîk tijî ye. Bi gelemperî di xaneyên riwekan û ên karokan de vakoul heye. Di xaneyên ajalan de vakuol ya qet tuneye an jî pir piçûk in. Parzûna vakuolê jî mîna parzûna plazmayê û lebatokên xaneyê nîvdelînbar e. Karê vakuol di hemû xaneyên zîndeweran de ne yek e. xaneyên ku adan bi fagosîtozê digre û li nav xaneyê didehîne, xwediyê vakuola adan in. Wekî mînak Paremesyum zîndewerek yekxaneyî û di nav teravê (ava teze) de dijî. Terava derdora paramesyûmê gîraweya hîpotonî ye, loma av ber bi xaneyê va diçe û paramesyûm diwerime. Paremesyûm bi vakuola girjdar ava nav xaneyê davêje derve. Ji bo qerastina vakuol pêdivî bi ATP yê heye, loma av bi veguhastina çalak ji xaneyê tê avêtin. Bi vî awayî, xane bi derdora xwe va hevsengiya pesta osmozî (osmoregulasyon) ava dike. Bi vî karê xwe, vakuola girjdar dişibe gurçikên mirov.

Vakuolên riwekan[biguherîne]

Vakuola navendi ya xaneya riwekan

vakuolên herî gir di xaneyên riwekan de ye. Riwekên bi xaneyên nû xwediyên vakuolên piçûk in, lê her ku xane gihaştî û gir dibe vakuolên nav plazmayê jî bi hev dizeliqin û dibin vakuolekî gir. Ev vakuola gir wekî vakuola navendî tê binavkirin.

Hin karên vakuolan[biguherîne]

Embarkirina molekulên wekî proteîn, rûn û karbohîdratan. Ji bo derkirinê embarkirina molekulên bermayî di nav vakuolê de dibe, dema riwek pel diweşîne van bermayiyan jî ji riwek dûr dikeve. Ava nav vakuolê dibe sedema çêbûna pesta hîdrostatî. Xane gava nav vakuola xwe da av embar dike,diwerime û hişk dibe, ev rewş wekî turgor tê bi nav kirin. Ku di nav vakuolê de av kêm be,riwek diçilmise. Ango riwek ji pesta turgorê destek digire û mîna ku pergala kakûtê bi kar tîne. Asîdîtîya vakuolê ji ya sîtoplazmayê pirtir e. Vakuolên riwekan bi gelemperî xwediyê 5 pH in. pH a sîtoplazma derdora 7,2 ye. Vakuolên riwekan, mîna lîzozomên ajalan kar dike. Riwek hin rengên xwe ji kloroplast û kromoplatan digire. Lê rengên wek şîn, sor, mor û pembe di nav şileya vakuolê çê dibe. Li gor pH a şilêyê, pîgmentên bi navê antosîyanîn reng dide kulîlk û fekiyên (mêweyên) riwekan. Ku şileya vakuol asîdî be, li gor asta xwedîtiyê rengê sor an jî pembe çê dibe. Na, eger vakuol nutral an jî bazîk be vê gavê rengê mor an jî şîn çê dibe.

Girêdanên derve[biguherîne]