Lîzozom

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pêkhateya Lîzozomê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kîsika bi parzûn dorpêçî ye. Di hundirê wî da enzîmên herisînê heye. Navlêka lîzozom ji du peyvan pêk te lysîs + soma Di zimanê Latînî de Wateya lysîs ’nerm kirin, helandin’ e. Di zimanê Greek te wateya soma ‘laş’e. Bi gelemperî xaneyên ajalan xwediyê lîzozom in, lê bi taybet, xaneyên wekî xiroka spî, ji xaneyên din pirtir lîzozom lixwe digirin. Di nav kîsika lîzezoman de ji 40î pirtir cureyên enzîm heye. Hemû enzîmên lîzozomê di nav retîkûlûma endoplazmî de çêdibin û di hundirê heybera Golgî'yê de tên guhertin û paket kirin. Bi gelemperî lîzozom ji bûtikên Golgî’yê çêdibin, lê carna ji endozom jî lîzezom çêdibin. Endozom jî kisikin, kîsika endozomê ji parzûna xaneyê çêdibe. Molekulên ko di hundirê endozomê de cih digire, ji derveyî xanêyê tên û van molekulan bi endosîtozê dikevin nav xaneyê.

Erka Lîzozomê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nav xaneyên ajalan de lebatoka bi navê lîzozom heye.

Ji boy mirov kar û girîngiya gedeyê çi be, ji boy xaneyên ajalan jî lîzozom ew e. Lîzozom endamoka ji boy herisîna nav xaneyê yê. Lîzozom endamok û molekulên bêerk ên xaneyê diherisîne, bi vî awayê molekulên hûrik cardin di nav xaneyê de ji bo çêkirina endamok an jî molekulên gir tê bi kar anîn (otofaj). Erka sereke ya lêkosît, parastina laş ê. Dema bakterî an jî vîrus ket nava xwîna mirov, ji aliyê lêkosît ve tên qefaltin. Lekosît bi hellûşenerîyê van mîkroban digire nav sîtoplazmaya xwe û bi alîkariya lîzozoman wan diherisîne. Dema di laşê zîndewerên firexaneyî de xaneyek mir, lîzozom ew xaneya mîrî diherisîne û molekulên wê yên bikêr tevlê laşê organîzmayê dike.

Beq ên ko hîn nû ji hêkê derketiye bidoçik in, roj bi roj hem gir dibin hem jî bi metamorfozê dirfên wan ê mîna masî diguhere û dişibe beqê. Beqên bidoçik dema têra xwe civirîn, doçika wan bi alîkariya lîzozoman diqete. Her wisa dema jiyana margîsk (gumgumok) di bin xeterê de be, wê gavê ji bo xwe ji êrîşên dijmin bifilitine, doçika xwe bi alîkariya enzîmên lîzozoman diqetîne, dema doçik diqete, hê jî dilive loma êrîşkar berê xwe didin doçikê û margîsk jî baz dide û xwe di cihekî ewle de vedişêre.

Enzîmên di nav lîzozomê tenê li dorhêlên asîdî bi çalak in, loma pH a nav lîzozomê der dora 4 e. Ji bo berdewamiya asîdîtiye, proteînên li ser parzûna lîzozome, ji sîtoplazmayê proton (H+) pompeyê lîzozomê dikin. Van salên dawî di hin weşanên zanistî de tê diyarkirin ko hin riwek jî lîzozom lixe digirin. Bi rastî, di xaneyên riwekan de lîzozom tune. Lê dibe ko hin enzîmên lîzozom di nav vakuolên riwekan de hebe. Riwek wan enzîman ji bo dehandina molekulên nav xaneyê bi kar tînin. Ji ber ko xaneyên riwek bi dîwarê ji selulozê dorpêçî yê, xaneyên riwekan fagosîtoz nakin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]