Valens

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dominus Noster

Valens

Augustus
Navê rastî
Flauius Valens
Jidayikbûn328 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Vinkovci Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin9 tebax 378 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Edirne Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêBattle of adrianople li ser wîkîdaneyê biguhêre(Death in battle)
HevwelatîRomaya Kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • împeratorê Romê (364–378)
  • senatorê Romaya kevnare
  • împeratorê Bîzansê (364–378)
  • Count of the Stable (364–)
  • pontifex maximus (364–378) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Albia Dominica Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Valentinianus Galates
  • Anastasia Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Gratian Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
MalbatValentinianic dynasty Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Flavius Valens (bi yewnaniya kevn: Οὐ̑άλης, lat. Ouálēs;[1] zayîn, li Cibalae, herêma Panonniayê (îro Vincovci, li Kroatiyayê ye) 328 - mirin, 9'ê gelawêjê 378 li Şerê Adrianopolisê) yek ji împeratorên Romê yê ku li rohilat di navbera 364'an û 378'an de împeratorî kargêr kirî bû.

Jiyan û Împeratorî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kemera avê ya Valens, li Stenbolê, Tirkiye

Valens birayê împerator Valentinianus I bû, yê ku di 364'an de bi xwe re împeratorê pardar da zanî, û heta 375an tev împeratorî karger kirî bûn.

Valens di dema xwe de bi paganan re xwînşîrîn nêzî bû û ji bo wê bi metran û papayan re gengeşî kir.

Ji pê Valentinianus I Valens wek pardar da zanîn li hemberî Valens serîhildan ji bo derbazbûna textê ji aliyê Procopius derket. Valens di 366'an de bin xist û di 27'ê gulanê de Procopius îdam kir.

Di navbera 367'an û 369'an de Valens li dijî vîzîgotan ji bo êrîşên wan ên ser Dakyayê bêrewastane têkoşîn kir. Di 376'an de êrîşên vîzîgotan ji bo bandora hunan li rojhilatê rawestandin.

Di wê demê de tevî ku Valens sefereke li ser sasaniyan plan kiribû jî, ji bo zêdebûna êrîşên gotan û derbazkirina wan a sînorên împeratoriyê nêzîkî Danûbiyê Valens di 378an de bêçare çerxa ser gotan bû.

Di wê salê de Şerê Adrianopolîsê çêbûye û di 9'ê gelawêjê de Valens bi xwe hat kuştin û pê re artêşa wî jî bi piranî hat tunekirin. Bi vê cengê re hilwaşîna Romê lezbû.

Bawermendên xiristiyan bawer dikir ku kuştina Valens ji ber paganbûna wî wek cezaya xwedê bû. Ji Valens şûnda Theodosius I derbazî textê bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Gregory, Timothy E. (2005) [1991]. "Valens". Bi Kazhdan, Alexander P. (edîtor). The Oxford Dictionary of Byzantium (bi îngilîzî). Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780195046526.001.0001/acref-9780195046526-e-5678. ISBN 978-0-19-504652-6.