Theodosius I

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Împeratoriya Romê ya dema Theodosius I (395) mirîbû

Theodosius I an Theodosiusê Mezin (bi yewnaniya kevn: Θεοδόσιος, lat. Theodósios; wekî Teodosiyo I an Teodosiyoyê Yekem jî tê nivîsandin) bi navê tam bi latînî: Flauius Theodosius (11ê kanûna paşîn 347, Spanya-17ê kanûna paşîn 395 Mîlano), yek ji împeratorên Împeratoriya Romê bû. Ew di navbera 379an û 394an de împerator bû û hikumdarê împeratoriya Romê ya dawî bû. Li wî şûnda êdî împeratorî bi tunî û bi dawî bû du paran.

Di dema hikumkirina Theodosius I de xiristiyanî li împeratoriyê bû olê fermî.

Jiyan û împeratorî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Theodosius bi gumanî, di 11 kanûna paşîn a 347 li Cauca, di navçeya Galîçya de hatî bû dinê. Bavê wî leşkerekî mezin ê împerator Ualentinianus I bû.

Ew wek leşkerakî li bin destên bavê xwe mezin bû. Brîtanya, hembera Elmanan, Sarmatan ew bi bavê xwe re keta şêran. Di sala 374an de ew bû mîrzayê Moseien, Balkanan. Wê demê bavê wî jî hat şandina Efrîka. Dema ew li Balkanan mîrza bû li wir Sarmat bin xistin.

Di 376an de Theodosius leşkerî ber da û çû dîyara xweya ji dayik bûyî, Spanya. Gorî hin gotinan, ew ji bo bavê xwe wê salê de hatî kuştî bû vegeriya spanya. Lê ew nê vebirî ye bi çi sedem vegeriya. Ew li wir bi Aelia Flacilla re zewiciya. Ji wê de 2 lawên Arcadius, Honorius û keçaka xwe Pulcheria bû.

Di 378an de di Cenga Hadrianopolis (îroj, li Edirne) hembera Gotan de împeratorê împeratoriya Romaya Rojhelat Ualens mir. Gotan, li ber Romayan, hembera Hunan bin ketî bûn û Koça Qoman dest pê kirî bû. împeratorê Roma ewna li Awûstarya bicih kirî bûn, lê ewna ji bo kêmaviyê xwarinê raperiyan û Cenga Hadrianopolis der ket. Gotan artêşa Roma bi piranî tune kirin. Vê sedemê wê demê İmparatorî Romaya Rojava Gratianus ji Spanya de banga Theodosius kir. Li paytextê Sirmium Gratianus ew wek serok generalê Illyrien, Balkanan da zanîn. Di 19ê kanûna paşîn 379an de jî Gratianus ew wek 'Augustusê, ango împeratorê, rojhelat da zanîn. Ew bû împeratorê Rojhalata Roma.

Tesalonîkî kira paytexta xwe û êrîşên Gotan li Balkanan û Trakya heta 380 rawestandin û wê salê de keta Konstantinopolis. Lê, pê re ew hembera wan bin ket. Wî ji împeratorê Rojava Gratianus alîkarî xwest. Gratianus alîkarî kir jî Makedonya beşdariya împeratoriya rojava kir. Wê çaxe, di demekê de Theodosius gelek nexweş bû.

Di 3. kewçerê 382an de ew bi Gotan va ji bo peymanakê li hev hat. Gorî wê peymanê Got dikir li dor Tuna bicih bina û dema şêran de jî bi leşkerê Roma bû ne. Bi wê peymanê re di dîroka Roma de Germen car herî peş de wek niştewar hat pejirandin. Balkan wek otonom û Got niştewarê dewletê bûn, lê dikir bi jinên Roma re nikanîna bizewîcin e.

Theodosius I li ser perikakê

Yek kirina împeratoriyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di 383an de împeratorê rojava Gratianus di serhildanakê de li Lyonê hat kuştin. Serhildar Magnus Maximus li rojava derve îtalya împeratorî bi tunî dest xwe xist. Li îtalya jî birayê Gratianus Ualentinianus II derbaza textê bû.

Ji bo ew di amedekirna seferakaka Sasanî de bû, balaxwe ne da Magnus Maximus. Di 387an de Theodosius bi Sasanîyan re peymanaka aşitîye kir. Gorî wê Ermenistan navbera Roma û Sasaniyan hat par ve kirin.

Di 388an de wî bi dawî êrîşa Magnus Maximus kir. Artêşa Maximus bin xist û Maximus hat kuştin. Li serkeftina Maximus şunda wî împeratorî bi tunî dest xwe xist jî Ualentinianus II li rojava wek împerator hîşt. Theodosius di 13ê hezîranê 389an de keta Rom. Ew di 391an de çû Konstantinopolis.

Di 15ê gulanê 392an de, împeratorê rojava Ualentinianus II bi darda kirin hatî bû kuştin. Eugenius derbaza şuna Ualentinianus II. Theodosius di 383an de lawên xwe Arcadius û Honorius wek Arcadius dane zanîn. Ji pê re Theodosius bi 100.000 leşkeran, leşkerên Got jî he bûn, çû ser Rom. Wî artêşa rojava di Cenga Frigidus de bin xist. Theodosius êdî împeratorî kira yek û bi tenê kargerand.

Xiristiyanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Theodosius di 380an de li Konstantinopolis xiristiyaniya Nikaia wek olê fermiyê împeratorî da zanîn. Di 381an de wî Konsûla Konstantinopolisa yekem kom kir. Wî paganîzm li Roma qedexe kir. Ji bo wê sedemê di 393an de Olîmpîyatê Atîna jî qedexe kirin.

Bibîne[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]