Velehrad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Velehrad
Velehrad.JPG
Mertal Al
(Mertal) (Al)
Agahiyên gelemperî
Welat  Komara Çekî
Herêma dîrokî Moravya
Herêm Zlîn
Bajarok Uherské Hradiště
Şaredar Stanislav Gregůrek
Gelhe 1.316 kes (2011)
Berbelavî 12,510 kes/km2
Erdnîgarî
Koordînat 49°06′21″Bk 17°23′40″Rh / 49.10583°Bk 17.39444°Rh / 49.10583; 17.39444
Rûerd 22,25 km2
Bilindayî 219 m
Nexşeya cihan Komara Çekî
Velehrad li ser nexşeya Komara Çekî nîşan dide
Velehrad
Velehrad
Malpera gund

Velehrad (bi kurdî wateya wê: keleha mezin) navê gundekî li bajaroka Uherské Hradiště ye ku dikeve herêma Zlín a Komara Çekî. Nifûsa wê 1.316[1] kes e û 6 km dûrî Uherské Hradiště ye. Di serdema împeratoriya Moravyaya Gewre de Velehrad navenda bajarê sereke Velîgradê bû. Ji bo xiristiyanan cihê herî pîroz ê li Komara Çekî ye. Xiristiyan bazîlîkaya Kîrîl û Metodiyos weke cihekî hecê bikartînin. Lewma her sal 5'ê tîrmehê mirov diçine vî gundî.

Dîrok[biguherîne]

Li gorî baweriya gel Velehrad navenda Moravyaya Gewre bû. Lê di nivîsên navbera sedsalên 9 û 13'an de tiştekî bi vî awayî yê berbiçav nehatiye nivîsandin. Nivîsa herî kevn a di derbarê Velehradê de di sala 1131'an de ji aliyê metranê Olomoucê ,Jindřicha Zdíka, ve hatiye nivîsandin û ti agahiyên din ên berfireh tune.
Di sala 1985'an de di bin rejîma komunîzmê de bi boneya ziyaretgeha neteweyî li Velehradê ji carên din bêhtir mirov gihane hev. Herwiha wê salê ji aliyê Papa ve xelata Gula Zêrîn ji bo bazîlîkaya Velehradê hate dayîn. Di sala 1990'î de Papa Paulê II çû serdana Velehradê. Di sala 1993'an de bi serkêşiya civata neteweyî ya Velehradê 8000 mirov li cihê ziyaretgehê kombûn.

Kenîşteya Velehradê[biguherîne]

Kenîşteya Velehradê, kenîşteya herî kevnare ya baweriya sîstersiyanî ya li Moravya ye. Li kenîşteyê herwiha bazîlîkaya firîna bihiştê ya Meryem û Kîrîl û Metodiyos hene. Metranê Olomoucê dixwaze ku li cihê îroyîn kenîşteyek were avakirin lewma di salên 40'î yên sedsala 13'an de kenîşte tê avakirin. Kenîşte bi awayê hunera romanesk hatiye avakirin û bandora hunera gotîk jî li avahiyê tê dîtin.
Di sala 1421'ê de kenîşte ji aliyê Hussîte yên Moravyayî ve tê şewitandin. Di dawiya sedsala 16'an de avahî tê nûkirin lê di dema şerê sih salan de ji aliyê hêzên Transîlvanya ve du caran rastî êrîşan tê. Piştî van êrîşan di navbera salên 1629-1635'an de bi şêwazê barok tê nûkirin. Di sala 1681'ê de agir bi avahiyê dikeve û dîsa tê nûkirin. Di sala 1890î de baweriya kenîşteyê ji sîstersiyanî bi ser baweriya civata îsewiyan ve tê guhertin. Di dema serweriya vê civatê te herêma kenîşteyê du caran tê kolandin. Mebesta kolanê dîtina avê ya di bin erdê de bû. Di sala 1950 de ji ber êrîşeke navbera polîs û civatê de kenîşte ji destê civata îsewiyan tê derxistin. Piştî sala 1990'î civata îsewiyan di vegere kenîşteyê û di heman salê de ji aliyê papa ve tê ziyaretkirin.

Bazîlîkaya Kenîşteyê[biguherîne]

Di 27'ê sermaweza 1228'an de bi daxwaziya Metran Robert dêrek tê avakirin. Şêweyê roja me piştî şewata 1681'î tê avakirin. 14 beşên îbadetê tên avakirin. Dêr bi şêwazê romanesk-gotîk hatiye avakirin. Dirêjiya wê di navbera 86-100 metreyî de ye. Di kewçêra 1735'an de carekî tê nûkirin. Piştî sala 1927'an dêr ji aliyê papa ve weke bazîlîka tê binavkirin û di sala 1985'an de xelata Gula Zêrîn ji bo vê bazîlîkayê tê dayîn.

Çavkanî[biguherîne]

  • Pojsl, Hyhlík - Velehrad v památkách osmi století (Velehrad di bîranînên sedsala heştan de)

Girêdanên derve[biguherîne]