Hec

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hec (bi erebî: الحج ) yêk ji pênc rûknên ola Îslam ê ye. Bi kurtayî di hec da misilman Kabe ya pîroz li bajarê Mekkê zîyaret dikin. Di gora ola Îslam ê gerê her misilman di jiyana xwe da carekî here hec. Lêbelê hec girêdayiya dewlemendî û tenduristi ya mirovan e. Ji bona mirovên belengaz û nexweş hec ne mecbûr e.

Hec bi xwe kirina îhramê dest pê dike, bi serî lêdana tipikê Erefat ê berdewam dike û bi tevaf kirina Kabe yê jî dawî dibe.

Çend şertên hec hene:

  1. Mirov gerê misilman be
  2. Mirov balix-kamil be
  3. Mirov bi aqil be
  4. Mirov azad be
  5. û ji bona kirina hec mal û milkên xwe hebe yanê dewlemend be.