Vladimir Nabokov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Vladimir Nabokov
Nabokov di sala 1973an de
Navê rastî
Vladimir Vladimirovich Nabokov
Jidayikbûn10ê nîsana 1899an
Sankt Petersburg
Mirin7ê sibata 1977an (77 salî)
Montro, Swîsre
PîşeNivîskar, profesor
Zimanê nivîsinêRûsî, îngilîzî
NeteweAmerîkî, rûs, swîsreyî
Şêweyê wejêyîModernîzm, postmodernîzm
Berhemên navdar
  • The Defense (1930)
  • The Gift (1938)
  • Lolita, (novel, 1955)
Malpervladimir-nabokov.org
Şanenav
biguhêreBelge

Vladimir Nabokov (bi rûsî: Владимир Владимирович Набоков) (z. 1899, Sankt Petersburg - m. 1977, Montro, Swîsre) nivîskarê amerîkî yê esil-rûs. Berhemên xwe yên pêşîn bi rûsî nivîsandiye, bi berhemên xwe yên îngilîzî jî li seranserê dinyayê binavûdeng bûye. Berhemê wî navdartirîn novela bi navê Lolita ye.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1889an de li Sankt Petersburgê di malbateke arîstokrat de hatiye dinyayê.[1] Navê diya wî Yelena Ivanovna xwediyê perwerdehiyeke baş bûye, navê bavê wî Vladimir Dmitriyeviç ew jî mirovekî entelektuel û parêzer bûye. Ji bo ku ji aliyê aboriyê de rewşa malbata wî baş bûye perwerdehiyên taybet girtiye. Hêj di piçûktiyê de hînê zimanê îngilîzî bûye. Dema ku şoreş çêdibe û Bolşevîk têne iqtidarê di sala 1919an de bi malbatî koçê Londonê dibin. Perwerdehiya xwe li Zanîngeha Cambridge û li Trinty College de diqedîne. Di her du cihan de jî bi awayekî serkeftî mezûn dibe. 1922an de diçe Berlînê û demeke dirêj li Berlînê dimîne. Di sala 1926an de romana xwe ya yekemîn Mashenka diweşine. Di 1938an de ji pêşingiya Naziyan direve pêşî diçe Parîsê paşê di sala 1940an de jî koçê DYAyê dibe. Di navbera 1923-1940an de bi zimanê xwe yê zikmakî roman, çîrok, helbest û şano dinivîse. Di serdema xwe de di nav nivîskarên sirgûnî ya rusî de dibe nivîskarekî navdar. Di navbera salên 1941-1948an de li Wellesley College ders dide. 1943an de li ser Gogol lêkolinekî dike. Nabakov ji xeynê edebiyatê bi entolomojiyê re jî têkildar e. Ji bo mijara entomolojiye ji Zanîngeha Harvardê burs digire. Dema ku bi romana xwe yê Lolita serkeftî bû û roman li hemû cîhanê belav bû ji Zanîngeha Cornellê li ser edebiyata rusî di asta profesortiyê de teqawid dibe. Nabokov nivîskarekî li dijê Dostoyevskî tê nasîn. Di sala 1977an de li Montroyê diçe dilovaniya Xwedê. Ji xeynê nivîskariyê bi komkirina perperokan û bi santrancê re jî eleqedar e.

Kesayeta wî ya nivîskî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nabokov nivîskarekî sirgûnî ye. Di berhemên xwe de welatê xwe, hesreta welatê xwe bi hest û fikrên xwe teswir kiriye. Lêbelê tu carî sirgûntiya xwe acîte nekiriye. Nabokov wiha difikire dibêje ku komînist nehatina iqtidarê jî rewşa min wiha dibû. Nivîskarên ku komînan sûcdar dibînin jî rexne dike û bêsamimiyet dibine. Naxwaze ku berhemên wî bi awayekî acitasyona sirgûnî ve bê nirxandin.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji salên 1923an heta 1940an bi zimanê rusî dinivîse.

  • Maşenka (1926)
  • Rua, Dam, Vale (1928)
  • Çav (1930)
  • Hurehura di taritiyê de(1932)
  • Cînnet (1936)

Ên îngilîzî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Lolita (1955)
  • Pnin (1957)
  • Agirê çilmisî (1967)
  • Tiştên zelal (1972)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Albert, Melissa. "Vladimir Nabokov". britannica.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 29 hezîran 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 tebax 2020.