Lolita (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lolita
Nivîskar Vladimir Nabokov
Ziman Îngilîzî

Lolîta di sala 1955an de ji aliyê Vladimir Nabokov ve hatiye nivîsîn.

Pirtûkeke psikolojik e. Ji aliyê psîkoanalizê ve divê bê nirxandin. Pirtûk ji du beşan pêk tê. Di pirtûkê de Humbert Humbert yekê pedofîlî ye. Di sê saliya xwe de bi mirina diya xwe di çardeh saliya xwe de jî bi mirina xoşewista xwe yê Annabel jiyana wî ser û bino dibe. Mirina Annabel tesîrekî mezin li ser dihêle û tu carî ji binhişa wî dernakeve. Li ser vî zarokên piçûk hildide kadraja xwe û di her zarokê de taybetiyên Annabel digere. Bavê Lolîta jî dema ku Lolîta sê saliye dimire. Diya wê jî zêde pê re têkildar nabe xwe bitenê hîs dike. Lolîta jî zarokeke normal nîne. Em pirtûkê ji devên Humbert dixwînin. Hest û ramanên Lolîta jî em ji Humbert hîn dibin. Roman du car ji bo sînemayê tê guncandin. Di sala 1962an de ji aliyê Stanley Kubrick ve cara diduyan jî di sala 1997an de ji aliyê Adrian Lyne ve hatiye kişandin. Di kovara Time de di salên 1923-2005an de pirtûkên herî baş ku hatine nivîsîn de Lolîta jî ketiye navbera 100 pirtûkan.

Nivîskar di berhema xwe yê Lolîta de ji kîjan bûyerê siûd girtiye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Frank La Sale li derdora xwe bi îstîsmara zarên 12-14 salê tê nasîn. Mirovekî temîrker bû, dema ku ji girtîgehê derdikeve li New Jerseyê bi cî dibe. Di sala 1948an de zarokeke bi navê Sally Horner hildabû kadraja xwe. Sally Horner wek hevalên xwe diçû dibistanê dihata. Zarokeke naîf û itimada vê bi herkesî hebû. Hevalên wê dibêjin ji bo ku tu beşdarê koma me bibî, lazim e tu ji dikanekî lênûskekî nişeyê bidizî. La sale jî wê teqîp dike. Û ji re dibêje ez ajanê FBIê me. Ku dinaxwazî diya te dizîya te seh bike divê tu bi min re bê. Her du bi hev re diçin û du sal li otelan û li qampan dimînin. Ji herkesi re dibêje sally keça min e. Tu kes fêm nekir derewên La sale, tênê muşteriyê otelekî di çavên Sally de tirs û xemgînî dibine û jê dipirse. Sally jî dibêje ez dixwazim ji malbata xwe re tilefon vekim, muşterî xeber dide polîsan. Zef derbas nabe polis tên û Frank La sale tê girtin. Sally tiştên ku di serê wê de derbas bibû (tirs, îstîsmar) li dadgehê dibêje, La sale 35 sal ceza hildide. Sally Horner piştê dozê du sal nakşîne di qezayekî trafîqê de dimire. Frank La Sale di girtîgehê de her heftê ji menzela Sally re kulîlk dişeyne. Piştê şazdeh salan ew jî di girtîgehê de dimire. Nivîskar bi xwe jî dibêje ku ji vê bûyerê siûd girtiye.

Navê pirtûkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peyva Lolita yê yekem di 1955an de ji aliyê Nabokov ve tê bikaranîn. Ji sala 1959an vir de ketiye zimanê îngilîzî. Lolîta tê wateya kêçên ku zû xama dibin. Peyveke argo ye. Li nav civakê de pirtûk piranî bi navê Lolîta tê nasîn lêbelê navekî pirtûkê jî heye “Ji Nijada Spiyan Îtirafên Mêrekî Mêrebî”[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]