Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/1ê tîrmehê
Xuyakirin
(Ji Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/1'ê tîrmehê hat beralîkirin)
Bûyer
- 1878 – Kanada beşdarê Yekîtiya Posteyê ya Navneteweyî bû.
- 1908 – "SOS" wekî sînyala tengasiyê ya navnetewî hate qebûlkirin.
- 1921 – Partiya Komunîst a Çînê hate avakirin.
- 1960 – Serxwebûna Somalyayê.
- 1962 – Serxwebûna Rwanda û Burundiyê.
- 1979 – Sony, Walkmanê da naskirin.
- 1997 – Çîn, hikûmdariya bajar-dewleta Hong Kongê piştî 156 salan ji Keyaniya Yekbûyî bi dest xist.
- 2002 – Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî hate avakirin.
- 2013 – Kroatya bû endama Yekîtiya Ewropayê ya 28em.
Jidayikbûn
- 1646 – Gottfried Wilhelm Leibniz fîlozof û matematîknasê alman.
- 1879 – Léon Jouhaux, sendîkavanekî fransî, xwediyê Xelata Nobelê ya aştiyê
- 1944 – Elî Latîf, wênesaz û werzîşkarê kurd
- 1976 – Ruud van Nistelrooy, lîstikvanekî goka pê (futbolê) yê holandî
Mirin
- 1925 – Erik Satie, komponîst û piyanîstê fransî
- 1971 – William Lawrence Bragg, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 1998 – Orhan Kotan, siyasetmedar û nivîskarê kurd
- 2001 – Nîkolay Basov, fizîknasê rûs, xwediyê Xelata Nobelê