Wîkîpediya:Di dîrokê de îro/1ê gulanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bûyer

Usame bin Ladin

  • 1902 – Li Hindistanê bablîsok rabû, di encama vê karesatê de 416 kes wefat kirin.
  • 1948 – Li Koreya Bakur, Komara Gel a Demokratîk hate îlankirin.
  • 1959 – Yekem hejmara rojnameya Azadî derket.
  • 1969 – Komeleyên Çandî yên Rojhilat ên Şoreşger DDKO hate damezirandin.
  • 1977 – Li qada Taksîmê ya Stenbolê hêzên tarî êrîşî pîrozbahiya 1ê Gulanê kir û di encam van êrîşan de 37 karker û kedkar hatin kuştin.
  • 1989 – Polêsê Tirk gule reşand ser çalakgerên ku ji bo pîrozkirina 1 gulanê dimeşiyan û di encama gulebaranê de karkerek hate kuştin.
  • 1994 – Di navbêra PDK û YNKê de şer derket.
  • 1997 – Polêsan li Qadikoy a Stenbolê êrîşî greva ku 1'ê gulanê pîroz dikir, kir û 3 karker hatin kuştin.
  • 2004Kîpros, Çîk, Estonya, Letonya, Lîtvanya, Macaristan, Malta, Polonya, Slovakya û Slovenya ket nav Yekîtiya Ewropayê.
  • 2011Barack Obama ragihand ku Usama bin Ladin, kesê li pişt êrîşên 11'ê îlonê ji aliyê hêzên taybet yên Dewletên Yekbûyî ve li Abbottabad, Pakistanê hatiye kuştin. Ji ber ku ferqa demê yê di navbera Amerîka û Pakistanê, bin Laden rastiyê de di 2'ê gulanê de hate kuştin.

Jidayîkbûn

Mirin