Here naverokê

Wezîrê Eşo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Wezîrê Eşo (jdb. 1934 - m. 2015) nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrekî kurd bû. Wezîrê Eşo di 1ê çiriya paşîn a 1934an[1] de li Tiblîsa paytextê Gurcistanê ji dayîk bûye. Pêşiyên Wezîrê Eşo ji Zêtkaya Agiriyê koç kirine.

Kurtejiyan

Ew di sala 1953an de li fakulteya tarîxê ya Zanîngeha paytextê Ermenistanê Êrîvanê tê qebûlkirin û gava ew xelas dike, di navbera salên 19581961ê de li gundê Pampê wek serokê dibistanê kar dike. Salên 19611963an wek berendamê doktorayê beşa kurdzaniyê ya Enstîtuya Rohilatzaniyê de li Lenîngradê (niha Sankt–Pêtêrsbûrg) di nava tarîxa Kurdistanê de kûr dibe. Salên 19641983an weke redaktor û redaktorê sereke yê polîtîkî di radyo, televîzyon û weşanên Ermenistanê de kar dike. Salên 19831994an karê redaktorîkirinê û wergeriyê di beşa weşanên kurdî ya Radyoya Êrîvanê de bi cî tîne.

Weke rojnamevan zêdeyî hezar gotar û şiroveyên wî li ser rûpelên rojnameya Riya Teze (Rya Teze) û gelek rojname û kovarên Ermenistanê û Moskovayê yên navendî de hatine weşandin, lê welê jî di radyoyê de hatine weşandin. Ji ber vê kedê ew kirine endamê Yekîtiyên nivîskar û rojnamevanên Ermenistanê û yê Yekîtiya Sovyeta berê. Wezîrê Eşo di sala 1991ê de hêjayî xelata Yekîtiya Nivîskarên Ermenî û Seksyona nivîskarên kurd ya bi navê Erebê Şemo bû.

Mirin

Wezîrê Eşo heta mirina xwe li Belçîkayê di kar û mijûliyên nivîskariyê de berdewam bû. Ew di 23ê kanûna paşîn a 2015an de li Brukselê mir.[1]

Berhem û lêkolîn

Çavkanî