Xeşeyerşa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Xeşeyerşa I, ango Xeşeyerşayê yekem (* di 519 b.z., 465 b.z.) şahekî mezin ê împeratoriya Farisî bû. Navê wî bi farisiya berê Hšayāŗšā tê mane "Serwerê gernasan" û bi yewnanî bû Xerxes.

Ceng û Jiyan[biguherîne]

Shayar Shah lawê Daryûsê Mezin û Atossa, xwenga Kûruşê Mezin, bû. Dûv bavê xwe Daryûs I 486 b.z. de mir derbaza textê bû. Pêşin, serîhildanê li Babil û Misir de, 486 b.z.an de derketî û dema derbaza text bûyî de dom dikirî, di 485 b.z.an de rawestand. Wê demê Persan bi yewnaniyên re dewamî, di Şerên Pers de, ceng dikirin û Darîûs di amedeyiya seferberîyakê din de bû. Xerxes I. derbaza textê bû şunda bi Kartaca ve tev di Thermopylen de şahê Spartaan Leonidas, gorî Herodot bi 2 milon leşkeran, bin xist. Lê paş re di cenga Şerê Derya yê Salamîs de di 28'ê rezberê 480 b.z. bi pêşengî padîşahî Themistokles, ji aliya komkeştiyên Atîna hat bin xistin.

Dûv binketiniya Şerê Derya yê Salamîs de Xerxes I. vegeriya payetxtê xwe Susa. Hin leşkeran li Yewnanistan e man jî di Cengê Plataea de di 479 b.z. de hat bin xistin.

Li ser Xerxes qalakê wiha heye: Dû pira, ji bo derbaz bû ne, bi keştiyan li ser Dardanellia re çê kirî helweşiya, Derya bi 300 qemçiyan ceza kiri ye. Rast ne rast qalakê wiha tê gotin.

Xerxes I. 465 b.z. de ji aliya fermandarakî xwe Artabanos hat kuştîn.

Giredanê Web[biguherîne]