Xelat (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xelat
Nivîskar Sedat Yurtdaş
Şêwe Çîrok
Welat Tirkiye
Ziman Kurdî (Kurmancî)
Dîrok Sermawez 2002
Weşanxane Weşanên Sî
Rûpel 80
ISBN ISBN 975-6560-24-X

Xelat pirtûka pêşîn a kurteçîrokan a Sedat Yurtdaş e.

Rexne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rexneya sereke weke hemû pirtûkan, encama lêkolîna li ser aliyê rêzimanê ye. Ev rexne hem ji weşanên SÎ re ye, hem ji nivîskar re.

a- Dema li dawiya her çîrokekê dîroka nivîsa çîrokê hatiye nivîsîn, navê mehan "êlûn", "hezîran" hatine nivîsîn. Ên din rast in. Divê hejmar, navê mehan, rojan û tiştên wiha qet ji bin destê redaqsiyonên nefilitin.

b- Kumika (ê, î, û) dema kêm dimînin, mirov difikire; gelo xwestine çi bêjin.

c- Nivîskar divê li gotinên erebî baş haydar bûna û di rêzimanê de serî biêşanda. Rêziman bingeha wêjeyê ye.

d- Di vê pirtûka çîrokan de "rengê dewrê" gotareke xweş û balkêş be jî, ne di cih de ye ku di nav kurteçîrokan de bê weşandin. Jixwe pirtûk bixwe bi teknîkên cuda tevlihev e, ev jî zêde ye.

Nirxandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor dîrokê rêzkirina çîrok û nivîsan ev e:

28ê adara 2002an, 15ê hezîrana 2001ê, 2ê îlona 2001ê, 2 kanûna pêşîn 2001, 9ê sibata 2002an, 6ê sibata 2001ê, 2ê gulana 2002an

Rêzkirina wan çima? Em ê çima wan li gor vê rêzê bixwînin û li gor rêza dîroka wan a nivîsandinê nexwînin? Weşanxane û nivîskar nivîs ligor xweşiya wan rêz kiriye, an li gor teknîka wan? Gelo li gor teşeyên wan, an jî li gor mijara wan kirine rêzê?

Di pirtûkên wisa de, heke wê çîrok ne li gor rêza dîroka afirandinê be, divê li gor nihêrîneke wêjeyî be.

Du çîrok; "Ez" û "Tu". Teşeyê vegotina "Ez"ê ji hemû çîrokên din çêtir, balkêştir nûtir e. Lê "Tu" ne wisa ye.

Pirtûk bi "Ez " dest pê dike û bi "Tu" diqede. Ev xaleke balkêş e. Lê hundirê wê nehatiye tijekirin. Mijara "Ez" û "Tu" bi ser hev de naçin, teşeyê wan jî bi ser hev de naçin. "Tu" kêmasiyeke wêjeyî ya "Ez"ê temam nekiriye, dereke vala danegirtiye û ji navê wan pê ve tu tiştek têkiliyê di nava herduyan de ava nake.

Çi tîne hişê mirov? Mirov dibêje qey "Ez" û "Tu" du aliyên bi hev re têkîldar û cuda hatine nivîsîn. Lê na. Ev valahiyek e.

Heke "Tu" bi teşeyê "Ez"ê bûna, qewareya wan nêzî hev bûna û meraqeke mayî temam kiribûna, an jî tiştekî nehatiye hişê mirov bikira, serkeftî bû û pirtûk digihaşte qadeke cuda.

EZ Piştî xwendina vê nivîsê em pirsekê ji xwe, ji zanebûna xwe ya wêjeyî dipirsin. "Gelo ev nivîs çi ye, çîrok e? Heke na, ev çi ye? Çi nivîseke xweş e. We bihîstiye gelek caran tê gotin ku wêjevan ew e ku bikaribe ketina peleke payizê bike rûpelek, du rûpel, deh rûpel... ... Bi rastî ketina peleke payizê dibe çîrokek jî. Lê ma nabe romanek jî? Erê, dibe. Lê çend rûpel? Bi rastî çîrok û roman ne bi rûpelan in, bi ziman, mijar, teşe û hûnandinê ne. Me got çi nivîseke xweş e "Ez". Lê çîrok e , an na? Lehengek heye, ew jî "Ez" bixwe ye."Ez" ê çîrokê ye. Wekî din? Divê em bêjin ku wekî din navê pismamekî bibore jî, leheng di bîra xwe tîne. Wekî din kes tune. Mijar çi ye? Hinek hatine serîdana "wî". Wî jî bersiv daye wan. Encam ji alî "wan" ve tune. Ji alî "wî" ve diyar e. Qewirandina "wan" encama mijarê ye. Nexwe ew kesên qewirandî jî leheng in winda, nediyar in. "Ez" çîrokeke xweş e. Çîroka weşîna pela payizê bixwe ye. Sedat Yurtdaş zimanê kurdî xweş xebitandiye. Mirov li pey xwe kaş dike dibe heta dawiya çîrokê. Teşe jî xweş e. Ji alî teşeyê ev ev heye. Çîrok ne ji serî de dest pê dike. Ma ne bi qewirandinekê dest pê dike. Nexwe berî qewirandinê hatina hinekan jî heye. Berî wê jî heye. Qey destpêkeke mijarê jî heye. Nivîsandina van gişan ne pêwist e. Wî jî nenivîsiye û çîrok ji serî de dest pê nake. Çîrok bi bersivekê dest pê dike. Serê çîrokê winda ye û qet nayê vegotin. Li pey hev bersiv dubare dibe.

-- Hûn hatin ee!

-- Hûn hatin ee!

-- Hûn hatin ee!

Ma ev jî ne dubarekirina tiştekî ye. Erê. Lê nivîskar dubarekirina gotinê ne bi heman bêjeyan, bi bêje û hevokên cuda daye. Ma qey "wan" jî bersivek neda? Na. Ne pêwist e ku bidin. Lewre ev çîrok dirêj nebûye heta ku ew bersivê bidin. Ev çîroka 30 xulkeyî ye.

Weke ku me li jor gotiye. Leheng hew gotiye "Hûn hatin ee!." Ji vê pê ve tu tiştek ne gotiye. Çi tişt hebin giş di hindur vê gotinê de ne.

Çîroka hunerê ye ku nivîskar rê dide.

Kêmasiyeke çîrokê jî heye ku em ê li ser tiştekî bibêjin. Gelo em çima çîrokan dinivîsin. Armanc çi ye?

-- Nivîsandina mijarê.

-- Nivîsandina çîrokeke bi kurdî.

-- Nivîsandina çîrokekê.

Armanca nivîskar çi be çîrok jî ew e. Armanc nivîsandina çîrokekê be, ziman, mijar, teşe, hûnandin û teknîka wêjeyî derdikeve pêş. Heke na, çîrok jî bi armancên din re dimire, bi wan najî.

Dema ku di vê çîrokê de "Ez" çêlî pismamê xwe dike, çîrok dikeve awakî din. Zêde neşikê jî ev kêmasî nivîskar dixirîne û çîrok bi awayekî din diqede. Dîsa jî bi qasî ku em bêjin çîrok e an na, serkeftî ye.

QERO Piştî çîroka balkêş, çîroka Qero heye. Dema hûn bixwînin, hin bi çîrokeke balkêş î din re rûbirû dimînin. Lê piştî 7 rûpelên çîrokê diqede, çîrok dibe du çîrok. Mijara yekê jin û mêr be, mijara ya din li ser Qero ye. Qero lawê malê ye. Mijara jin û mêr li ser çêkirina zarokan e. Mijara Qero li ser "qirixên" Amedê ye. Di çîrokê de du mijar. Lê ji ber ku mijara yekem nepediyar e û mijara duyem dest pê kiriye, çîroka Qero ne serbixwe ye. Ne ji vê kêmasiyê bûna ev çîrok jî dê bibûya sedema guftûgoyekê. Lewre berî ku mijara yekem biqede mijara duyem dest pê dike, mijara duyem serkeftî be jî ya yekem ne serkeftî ye.

Niha di vê çîrokê de hûn mijarê çawa dibînin. Hûn dikarin bêjin ev yekmijar e. Lê gelo wisa ye, dê, bav, mamoste û du bira, bi taybetî jî Qero. Na. Ev ne rast e. Ev hemû di hundir Qero de hatine nivîsin. Qero çîrokek e.

Lê ji serî û heta ku 7 rûpel diqedin mijareke din heye. Çi ye? Mamoste û jina malê guftûgoya çêkirina zarokan dikin. Jixwe 8 zarokên male jî hene. Di rûpela 8an de çîrok fireh dibe. Kesayetiya lawê mezin tê pesindan, lê hîn mijara çîroka yekem didome. Dema ku kesayetiya Qero tê ziman, evcar nivîskar careke din dixire û mijareke din hêdî hêdî derdikeve holê, çîrokê dagir dike û Qero bi serê xwe dibe çîrokek.

Serlehengê çîrokê heta rûpela 8an dayik e.

Dûvre serleheng Qero ye, mijar qirixên Amedê ne.

Divê em wiha şîrove nekin. "Çîrok li ser guftûgoyekê ye, li gor guftûgoyê zêdebûna zarokan bi mînaka Qero tê rexnekirin û yek çîrok e." Rast e. Armanc ev e. Lê çîrok ne ev e. Em li vir wêjeyê dinirxînin. Çîrok cureyekî derbirîna wêjeyê ye. Ew jî bi awayan tê nivîsîn. Hûn serbest in di warê avakirina awayekî nû de û armanca nirxandinên me jî jixwe ev e. Lê Qero çîrokeke şikestî ye. Guftûgo naqede, mamoste tiştekî naxe serê xwe û kesî din. Bûyera Qero jî dibe ku hin kesan îkna neke. Hingê wê bê gotin ku "çîrok ne mecbûr e ku guftûgoyê bigihîne encamê û xwendevan îkna bike". Ev rast in. Lê li dawiyê çi ma?

Di dawiyê de ev dimîne. Teşeyekî xweş zîl daye di vê çîrokê de ku divê bê dîtin.

Armancek û du çîrok,Qero.

Du çîrok û yek mijar Qero.

Du mijar û yek çîrok Qero.

Lê ne serkeftî. Lewre ji bo serkeftina vê teşeyê dîsa zanebûneke teknîkî divê.

NERÎMANKÊ[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev çîrok ji alî mijara lehenga jin ve balkêş e. Çima? Wêje timî bi leheng û dilqên gundî û hwd.nabe. Divê leheng, mijar, teşe, avakarî, ziman û hêmanên çîrokan dewlemend bin. Kes ji me nikare her roj li pey hev çîrokên heman lehengan bixwîne. Ji vî alî ve çîroka kurmancî mîna heman çîrokê ye. Nerîmankê bi xebitandina jineke xwefiroş, dilînî û nêzîkatiya wê ya jiyanê û ramanên wê balkêş e. Hin kêmasiyên di vê lehengê de hatine avakirin ev in: Dema we lehengek anî ziman, rast be an jî nîgaşî be, divê danasîna we ya leheng û kirinên leheng hevûdin bigirin û mirov nebêje “ma ev leheng çawa vî karî dike, çawa van gotinan dibêje?”

Xala duyem jî dikeve nêzîkatiya mirov a wêjeyê. Li gor we wêje divê mijar û lehengan li ser kîjan teoriyan ava bike? Mirov heta ku derê dikare lehengekî nîgaşî ava bike? Lehengê ku mirov ava dike gelo çi dide xwendevên. Heke wêje bi giranî xweşî, xweşkirin, xweşikî û bi vî awayî terbiye be, nexwe divê lehengeke weke Nerîmankê ku xwe difiroşe, an jî li cihên araqvexwaran her roj bi yekî re dide û distîne, dikare kesayeteke çawa mînak bide xwendevan. Heke gotinên Nerîmankê rast bin divê her jin vî karî bike. Lê civaknasî vê napejirîne. Nirxên civakan vê napejirîne. Em dest ji tevan berdin, nêzîkatiya zanistî ya hezkirin û evînê jî vê napejirîne. Gelo ev teorî çiqasî nivîskar bi xwe ve girê dide. Heke na, ma qey nivîskar heta hetayê serbest e. Civak ji bo wêjeyê çi wateyê dinimîne.

Heke mirov li gor teoriyên wêjeyî binirxîne, mirov ê li gor kîjan teoriya wêjeyî binirxîne. Civak û hîn gelek teoriyên sedsala 20 an dibêjin “divê wêje kul, keser û pirsgirêkên civakê, kêf, zewq û şahiyên ku têne jiyandin bi kar bîne.” Ev xalên reel in. Heke wêje xwe bi reelê (di wateya rastî, bi tenê rastî) ve girêde û sînor bike, nexwe qey tu tiştekî ku surrealîzm (sererastî) bide civakê tune? Bi rastî hene. Lewre hin tiştên ku îro ji me re ji rastiyê wêdetir, sererastî tên, dûvre weke rastiyên gelek balkêş derdikevin holê.

Pirsgirêka Nerîmankê ev e. Pirsgirêka “Hey Gewrê Hey” a di Mistek Jiyan a Çiya Mazî de jî ev e. Ev her du leheng divê ji nivîskarên kurdî re, bi taybetî jî ji nirxandêr û nivîskarên ku serê xwe bi teoriyên wêjeyî diêşînin tiştekî bibêjin, “divê hin tişt ji alî me ve bê zelalkin”. Lewre her cikav li gor xwe teşeyekî jî dide wêjeya dinê. Aha ev e pirsgirêkeke wêjeya kurdî.

TERMÊN BÊXWEDÎ[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijareke balkêş e. Çend xortên li pey keçikan , Şindoyê travestî xwe li pey ... xwe didin kuştin. Lê ji çîrokê wisa tê famkirin ku hizbil-qontra ev kuştin pêkaniye. Çîrok kêmasiyeke me jî diyar dike û vê pirsê dertîne holê: Di nava evqas bûyerên kiryar-nediyar de çima çîrokên polîsiye derneketin holê? Bersiva vê pirsê nirxandina çîrokên heyî ji derdixe holê. Nivîskarên me ji % 95 bi wêjeyê re hevnasiyek ava nekirine; bingeha wêjeyê jî bi hevnasiyê ye. Nivîskaran bêyî ku çîrokê baş binasin, romanê baş fam bikin dest bi nivîskariyê kirine. Xwendin kêm e. Nirxandin tune.

Ev çîrok jî nêzîkî sînorên xwe bûye, lê nehatiye nav sînorê çîrokeke din. Dîsa jî polîsiyeyê tîne bîra mirov.

DERIYÊ MÊRDÎN "Deriyê Mêrdîn" bîranînek e. Bi rastî ev bûyerên zêrîn ên nivîskaran e. Lê hûnandin, teşe, teknîk, qeware, ziman, avakarî gelekî girîng e. Çîrok bi van hêmanên xwe radibe ser lingan. Dema ku di pirtûeke çîrokan de bîranîn, gotar û çîrok tevlihev dibin, çêfa xwe xera dike. Ev pirtûk jî wisa ye. Divê ku di van xalan de zêde baldarî hebe.

RENGÊ DEWRÊ jixwe gotar e.

TU Çîroka kesê yekem e ji alî teknîkê ve. Nivîskar xwe dinivîse. Lê nivîskar li vir jin e, an mêr? Aha ev xalên tevliheviyê ne. Dema di çîrokê de çêlî dewlemendiyê bû, ev nayê wateya tevliheviya xetên stûr. Xetên stûr çi ne?

-tiştên ku çîrok û romanê ji hev diqetînin.

-tiştên ku helbest û çîrokê ji hev diqetînin.

-tiştên ku çîrok û gotarên ramanî ji hev diqetînin.

-tiştên ku çîrokên rêbazeke wêjeyî ji rêbazeke din diqetînin.

-tiştên ku cureyan û awayan ji hev diqetînin.

Bi gelemperî;

Dema nivîskar serê xwe bi karê xwe re neêşîne û li pey nûbûn û mezinkirinekê neçe, klasîk bimîne û weke herkesî bike, wê li dawiya hevalên xwe bimîne û tiştekî nû li wêjeyê zêde nake. Pirtûkên wan jî zêde nayên firotin, xwendin û nirxandin. Dilê wan jî dişikê, sar dibin û gel tawanbar dikin.

Na. An nivîskar tawanbar e, an nirxandêr.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîsa Rêzan Tovjîn ji www.nirxandin.com hatiye standin.