Xelata Şerefnamê
Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî xelatek e ku ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê di gelawêja 2018an hat damezrandin.[1]
Xelata Şerefnameyê her sal ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ve ji bo nivîskar û rewşenbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya kurdî pêşkêş dikin, tê diyarîkirin.
Lîsteya Xelatgiran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Sal | Wêne | Xelatgir | Sedem |
---|---|---|---|
2018 | ![]() |
Celîlê Celîl (jdb. 1936) | "Ji bo rola wî ya balkêş di parastina çand û zimanê kurdî û bi taybetî folklorê kurdî de."[2] |
2019 | ![]() |
Şahînê Bekirê Soreklî (jdb. 1946) | "Ji ber ked û xebatên wî di warê ziman û rojnamegeriya kurdî de."[3] |
2020 | ![]() |
Konê Reş (jdb. 1953) | "Ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de."[4] |
2021 | ![]() |
Jan Dost[5] (jdb. 1965) | "Ji ber ked û xebatên wî di warê ziman û wêjeya kurdî de û bi taybet di warê romanê kurdi de." |
2022 | ![]() |
Firat Cewerî (jdb. 1959) | "Ji ber ked û xebatên wî di warê edebiyata kurdî de bi taybet di warê romanê kurdi de."[6] |
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ "Xelata Şerefname ya 2020'an dan Konê Reş". diyarname.com. Roja wergirtinê: 24 kanûna pêşîn 2020.
- ↑ "Xelata Şerefnamê ya 2020an ji Konê Reş re ye". ÇandName. Roja wergirtinê: 24 kanûna pêşîn 2020.
- ↑ "Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyena Nivîskar Şahîn Bekir Soreklî Xelat Kir". VOA. Roja wergirtinê: 20 kanûna pêşîn 2020.
- ↑ "Xelata Şerefnamê ya 2020î Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Viyêna." Rojevakurd. 21 kanûna pêşîn 2020. Roja wergirtinê: 22 kanûna pêşîn 2020.
- ↑ "Jan Dost Xelata Şerefname ya Ziman û Çanda Kurdî wergirt". www.rudaw.net. 19 çiriya paşîn 2021. Roja wergirtinê: 16 çiriya paşîn 2022.
- ↑ "Xelata Şerefnameyê ya sala 2022yan". ÇandName. 22 çiriya paşîn 2022. Roja wergirtinê: 23 çiriya paşîn 2022.