Konê Reş
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê jidayikbûnê |
Selmanê Osmanê Evdo |
Pîşe |
|
Xelat |
Konê Reş (Selmanê Osmanê Evdo) (jdb. 1953 li Qamişloyê), nivîskar û helbestvanê kurd e.
Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di sala 1953an de li li gundê Doda ya Qamişloyê ji dayik bû.[2] Li Qamişlo û Hesekê bakaloriya standiye û gelek hewl dane xwe da xwendina bilind jî bidawî bîne, lê ew pê re neçûye serî, ta ko di Almanya ve derketiye.[3]
Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de ye û gelek dostaniyên wî bi rewşenbîrên kurdistanî re hene û di tev kovar, rojname û belavokên kurdî de beşdariya wî heye. Hem jî xwediyê kovara Gurzek Gul e, ew kovara ko di nav salên 1989 û 1992'an de li nav kurdên başûrê Kurdistanê dihate belav kirin.
Konê Reş ji ber xebatên xwe yên li ser çand, ziman û wêjeya kurdî Xelata Şerefnamê ya 2020an, ya ku ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ve tê dayîn, wergirtiye.[1][4]
Berhemên çapkirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Serpêhatiyên Mîran (1); Beyrût 1991
- Mîr Celadet Bedir-Xan, bi Erebî; Şam 1992; bi Kurdî Stokholm 1997
- Sîpan û Jîn (helbestên zarokan: 1); Beyrût 1993
- Serhildana Sasonê: 1925-1936; Şam 1995
- Şagirtê Bedirxan im (helbestên zarokan: 2); Beyrût 1996
- Osman Sebrî: 1905-1993; Şam 1997
- Xwedî û Berpirsiyarê kovara (Gurzek Gul) di navbera salên 1989-1992
- Her weha xwediyê stoneke rojnemevanî bû bi navê (Hindik Rindik) di heft nameya (Peyman) de li Dihokê û bi dehan gotar, lêkolîn, pexşan û helbest di kovar û rojnameyên Kurdistanî belav kirin
- Welato! Konê Reş; 1998; Beyrût, Libnan.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ a b "Xelata Şerefname ya 2020'an dan Konê Reş". diyarname.com. 22 kanûna pêşîn 2020. Roja wergirtinê: 22 kanûna pêşîn 2020.
- ↑ "Nivîskar Konê Reş Ser Rewşenbîrîya li Binxetê Dipeyîve". VOA. 14 sibat 2014. Ji orîjînalê di 21 kanûna pêşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 21 kanûna pêşîn 2020.
- ↑ "Konê Reş". Ji orîjînalê di 28 tebax 2007 de hat arşîvkirin.
- ↑ Editor, Rojevakurd (21 kanûna pêşîn 2020). "Xelata Şerefnamê ya 2020î Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Viyêna." Rojevakurd (bi American English). Roja wergirtinê: 22 kanûna pêşîn 2020.
{{cite web}}
:|last=
has generic name (alîkarî)
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Welato! Girêdana arşîvê 2004-10-21 li ser Wayback Machine