Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî
Xuyakirin
Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî | |
---|---|
Dewlet | Awistirya |
Dema avabûnê | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî xelatek e ku ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê di tebaxa 2018an de hat sazkirin.[1]
Xelata Şerefnameyê her sal ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ve ji bo nivîskar û rewşenbîrên ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya kurdî pêşkêş dikin, tê diyarîkirin.
Lîsteya xelatgiran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Wêne | Xelatgir | Sedem |
---|---|---|---|
2018 | Celîlê Celîl (jdb. 1936) | "Ji bo rola wî ya balkêş di parastina çand û zimanê kurdî û bi taybetî folklorê kurdî de."[2] | |
2019 | Şahînê Bekirê Soreklî (jdb. 1946) | "Ji ber ked û xebatên wî di warê ziman û rojnamegeriya kurdî de."[3] | |
2020 | Konê Reş (jdb. 1953) | "Ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de."[4] | |
2021 | Jan Dost[5] (jdb. 1965) | "Ji ber ked û xebatên wî di warê ziman û wêjeya kurdî de û bi taybet di warê romanê kurdi de." | |
2022 | Firat Cewerî (jdb. 1959) | "Ji ber ked û xebatên wî di warê edebiyata kurdî de bi taybet di warê romanê kurdi de."[6] | |
2023 | Deham Ebdulfettah (jdb. 1942) | "Ji bo ked û xebata wî ya demdirêj di warê çand û zimanê kurdî de."[7] |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Xelata Şerefname ya 2020'an dan Konê Reş". diyarname.com. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2020.
- ^ "Xelata Şerefnamê ya 2020an ji Konê Reş re ye". ÇandName. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2020.
- ^ "Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyena Nivîskar Şahîn Bekir Soreklî Xelat Kir". VOA. Roja gihiştinê 20 kanûna pêşîn 2020.
- ^ "Xelata Şerefnamê ya 2020î Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Viyêna." Rojevakurd. 21 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 22 kanûna pêşîn 2020.
- ^ "Jan Dost Xelata Şerefname ya Ziman û Çanda Kurdî wergirt". www.rudaw.net. 19 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê 16 çiriya paşîn 2022.
- ^ "Xelata Şerefnameyê ya sala 2022yan". ÇandName. 22 çiriya paşîn 2022. Roja gihiştinê 23 çiriya paşîn 2022.
- ^ "Deham Ebdilfetah xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî wergirt". Botan Times. 16 kanûna paşîn 2024. Roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2024.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |