Deham Ebdulfettah
Xuyakirin
Deham Ebdulfettah | |
---|---|
Jidayikbûn | 1ê kanûna paşîn a 1942an (82 salî) Gundê Billê, Amûdê, Rojavayê Kurdistanê |
Pîşe | Mamostetiya Ziman û Wêjeya Erebî |
Zimanê nivîsinê | bi kurdî, erebî (berî 1978an) |
Şêweyê wejêyî | Lêkolîn, helbest, werger |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre |
Deham Ebdulfettah (jdb. 1942 li Amûdê, Rojavayê Kurdistanê), mamoste û zimannasekî kurd e.
Deham Ebdulfettah di 1942an de li Amûdê hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li xwendingehên parêzgeha Hesîçeyê qedandiye. Pişt re li Zanîngeha Helebê, beşa ziman û wêjeya erebî bi dawî kiriye. Nêzîkî 25 salan wek mamosteyê ziman û wêjeya erebî karmendî kiriye[1].
Di 1988an de dest bi nivîsîna bi kurdî kir û hêj li ser wê rêbazê berdewam e.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Peyvînek bi kurdekî re, (wergerandin) bi erebî, Şam (1989)
- Li ber dergehên Laleş, (helbest) bi kurdî û erebî, Şam (1990)
- Nêrîneke rexneyî li helbestên kurdî, (rexne), Şam (1992)
- Hindek aloziyên zimanê kurdî, (lêkolîn), Şam (1993)
- Di muzîka helbestên kurdî de (têbînî û bersiv), bi erebî, Şam (1995)
- Rênivîsa zimanê kurdî, Kombenda Kawa, Libnan (1998)
- Dastana Gilgameş, Duhok, Spîrêz çapa yekem (2005), bi alfabeya erebî; çapa duyem Enstîtuya Kurdî ya Amedê (2006)
- Nav di zimanê kurdî de, Duhok, Spîrêz, Çapa yekem (2006); çapa duyem, Enstituya Kurdî ya Amedê (2006)
- Cînav di zimanê kurdî de, Duhok, Spîrêz, Çapa yekem (2006); çapa duyem, Enstituya Kurdî ya Amedê (2006)
- Kar (lêker) di zimanê kurdî de, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, çapa yekem (2011); Duhok, Spîrêz, Çapa duyem (2012), bi alfabeya erebî.
- Yarsan (Elhî Heq), Amed, Lîs (2017)
- Mistek ji hêvî û arîşeyên zimanê kurdî (kurmancî), Lîs (2018)
Xelat
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Xelata Komeleya Celadet Bedirxan, sala 2012
- Xelata Navenda Ciwanên Amûdê, sala 2014
- Xelata Komeleya Soparto, sala 2015
- Xelata Seydayê Cegerxwîn, sala 2018
- Xelata Mihrîcana Helbesta Kurdî
- Xelata Mela Ahmadê Palo, sala 2020
- Xelata HRRKê ya Afirandinê, sala 2020
- Xelata Arta ji bo Dayîn û Afirînerî, sala 2021
- Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî, sala 2023 - Ji Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê [2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ https://www.bernamegeh.org/2019/12/22/jiyana-deham-ebdulfettah/
- ^ "Welatê me - Ahenga xelatkirina zimanzanê Kurd Deham Ebdulfetah li bajarê Amûdê". www.welateme.net. Ji orîjînalê di 19 kanûna paşîn 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2024.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |