Xox (riwek)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xox
Xox
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Parçe: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Rosales
Famîle: Rosaceae
Cins: Prunus
Binecins: Amygdalus
Cure: P. persica
Navê zanistî yê latînî
Prunus persica
(L.) BatschStokes[1]

Xox an şiftelih (Prunus persica), riwekeke daran ji famîleya gulan e.

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nîgara kulîlk, pel û dendikên xoxê bi riya Otto Wilhelm Thomé (1885).

Bejna wê 2-8 mitroyan bilind dibe û temenê wê 30 sal e. Kulîlkên wê yên peyazî berî pelên wê vedibin. Pelên wê kesk, dirêj û rimane ne. Fêkiyên wê yên biçûk û mezin hene. Yên mezin bi qasî pirteqalekê ne. Fêkiya wê sor, spî û sorespî ye û serê qaşûlê fêkî wek qedîfeyek hinekî bi pûrt û bêhnxweş e. Goştê fêkiya wê sor, spî û peyazî ye û pir bi avî ye. Di nava wî goştî de dendikek qaşûl girnijok û hişk heye û ew bi kakil e. Lê ew kakil tenê ji bo derman tê xebitandin, wekî din nayê xwarin ji ber ku jehrîdar e. Ji fêkî û kakilê wê rûn tê derxistin. Di bingehê de du cûreyên xwe hene, yên çandinî û yên kûvî. Ji dervayî wan cûreyek din heye jê re teraqî (nektarîn) tê gotin. Lê teraqî ne xox e, bîjiyê alûçe û xox ê ye.

Welatê xoxê Îran e, lê hinek ji ber ku kûviyên wê ne li Îranê lê li Çînê hatine dîtin dibêjin Çîn e.

Dîroka nasîn û belavbûna xoxê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka wê baş nayê zanîn, lê tiştên ku tên zanîn 2000 sal b.z. ê li Çîn û Îranê çandiniya wê dihat kirin. Xox li Çînê bûyê sembola nemirinê. Çîniyan serguldank û ferfûrî an porselen bi wêneyên xoxê dixemilandin û hê jî dixemilînin. Misriyan kesên ku biryara kuştina wan didan, dendikên xoxan bi wan didan xwarin û ew jehrî dikirin. Xox ji îranê hatiye Kurdistan, Anatolya, Yewnanistan û ji wir jî derbasî welatên din yên derdora Deryaya Navîn, Ewropa û ji Ewropa jî derbasî deverên din yên cîhanê bûye.

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Prunus persica". The Plant List. Version 1. 2010. Ji orîjînalê di 14 kanûna paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 çiriya paşîn 2012.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîferheng Wîkîferheng: xox – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir