Yûsuf û Zuleyxa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yûsif û Zuleyxa li gorî Behzad

Yûsif û Zuleyxa qiseyek cihanî ye ku hem di wêjeya Rojava hem jî di ya Rojhilatê de bû ye mijarên berhemên hunerî û wêjeyî.

Ev çîrok ji ber ku di Quranê de jî bi şiklê Ehsenu'l - Qesses yanî çîrokatî herî xwêş hatiye bi nav kirin, helbestvanên valageha Îslamî gelek ji wê hez kirine û ew serpêhatî her dem hatiye nivîsîn.

Di wêjeya Kurdî ya klasîk de piştî Mem û Zînê, mesnewiya duyem a evînî Yûsif û Zuleyxaya Selim Silêman ye. Selîmî di vê mesnewiyê de li ser şêwaz û rêbaza helbestvanên beriya xwe ew çîroke bi şîroveyek serkeftî vegotiye. Helbestvanî ligel vegotinek bedewkarî, girêdayiyê xal û epîzotên çîrokê jî bû ye.

Di nav berhemên Kurdî de Yûsif û Zuleyxa ji hemû berhemên zêdetir hatiye ji ber girtî kirin û destxetên wê jî ji aliyê gelek kesan ve hatine îstinsaxkirin. Ev yek, hem nîşana girîngiya vê berhemê diket hem jî bû ye sedem ku di nivîsarê wê de tevlîhevî çê bi bûn. Ji xwe li ser vê mesnewiya girîng, heta niha bi awayek rêk û pêk û berfirehî ne hatiye xebitîn.

Ayhan Geverî bi amadekariyeke dûvdirêj li ser vê berhemê xebitiye û ji dehan zêdetir nusxeyên wê bi dest xistine. Amadekarî ji bilî wan nusxeyan û nirxandina xebatên li ser Yûsuf û Zuleyxayê hatine weşandin, lêkolînek berfireh jî li ser wê çîrokê kiriye.

Digel wan beşên ewil ên ku agahiyên girîng li ser Yûsuf û Zuleyxayê hatine dayin, di jêrenotên nava nivîsarê de ferqên nusxeyan jî hatine nîşan kirin.

Bi awayekî akademîk bi nivîsarê hatiye edîsyon - krîtîk re di dawiya nivîstekê de (faksîmîleya) destxeta nusxeya bingehîn jî hatiye dayin.

Mesnewiya Selim Silêman (Selîmiyê Hîzanî) ya bi navê Yûsif û Zuleyxa bi amadekariya Ayhan Geverî ve der çû ye.

Yusif u Zuleyxa