Selim Silêman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Selîm Silêman
Zayîn 1586
Bedlîs / Hîzan
Mirin ?
Hevwelatî Kurdistan
Esil  Kurd
Zimanê nivîsê Kurdî û Farisî
Şêweyê wêjeyî Wêjeya Kurdî
Berhemên navdar
  • Yûsif û Zuleyxa,
  • Camî
biguherîneBelge

Selîm Silêman (1586, Bedlîs/Hîzan) - ?) helbestvan, wêjenas û nivîskarekî Kurd e.

Heya ku Rojhilatnasa sovyetî M.B Rûdênko bahsa destnivîsên kurdî kir, heşkere bû ku Selim Silêman jî helbestvanekî Kurd e û Yûsif û Zuleyxa bi Kurmancî nivîsiye. Ji xwe Aleksandr Jaba, rojhilatnas û dîplomatê rûs behsa Selim Silêman kiriye. Ew dibêje ku Selim Silêman hevdemê Şerefxanê Bedlîsî bûye (sedsala XVI-XVII) û bixwe helbestvan û dengbêjê Mîr Şeref (Mîrê Xizanê) bûye. Ji bilî van agahdariyan, em di derheqê Selîm Silêman de xwediyê zanîneke kêm in.

Aleksandr Jaba yê ku goman dikir ku Selîm Silêman dîwana xwe ji dîwana "Camî" helbestvanê farisî girtiye, Hewl nedabû lêbipirsê ka gelo şaxên Yûsif û Zuleyxayê di zargotina Kurdan de heye an na? Kurdnasa Sowyetî M.B. Rûdênko di dîsertasyona xwe de tîne holê û îsbat dike ku Yûsif û Zuleyxaya Selîm Silêman koka xwe ji zargotina Kurdan girtiye . Rûdênko dide nîşan ku çend şaxên naveroka destana Selîm Silêman û yên Firdewsî û Camî hevûdin digrin, Lê wekîdin çend şaxên naveroka destana Selîm Silêman di yên Firdewsî û Camî de tunene. Ji ber vê yekê Rudenko bawerdike ku Yûsif û Zuleyxaya Selîm Silêman, destaneke Kurdîyî serbixwe ye.

Berhem[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  • Tarîxa Edebyata Kurdî I, Prof. Qanatê Kurdo, Weşanên Roja Nû, 1983.
  • Yûsif û Zuleyxa, Selîm, Weşana Enstîtuya Kurdî li Stembolê, 1998 (Ji aliyê Feqî Huseyn Sagniç ve tîpguhezîna wê hatiye kirin).