Yaqob Tilermenî
Yaqob Tilermenî | |
|---|---|
| biguhêre |
Yaqob Tilermenî, nivîskarekî kurd e ku di sala 1972yan de li Qosera Mêrdînê ji dayika xwe bûye.[1]
Tilermenî dibistana Seretayî, Navîn û Lîseyê li Qoserê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê, Fakûlteya Perwerdehiyê, Beşa Fizîkê qedandiye.[1] Ji 1995an heta taliya 1998an li Stembolê Mamostetiya Fizîkê kiriye. Dû re li Qoserê Mamostetiya Fen Bilgisi kiriye. Di gulana 2002yan de li gel deh mamosteyan û endazyarekî, bi bahaneya xebatên perwerdekirina kurdî hatiye girtin û mehekê di Girtîgeha Mêrdînê de maye. Piştî serbestmayîn û rizgarbûna Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) li karê xwe vegeriyaye û ji hêla Walîtiya Mêrdînê ve sirgûnî bajarê Yozgatê bûye. Weke sirgûn sê salan li gundekî navçeyeke Yozgatê maye. Dû re li bajarê Mersînê heta sala 2017an mamostetî kiriye û bi biryara hikûmetê ji kar hatiye derxistin. Ji ber zextên berpirsiyarên dewletê mecbûr maye ji welatê xwe veqete û li gel malbata xwe li bajarê Lozanê yê bi ser Swîsreyê bi cih bibe. Tilermenî bi helbestvan Dîlber Hêma re zewicandiye û xwediyê du keçan e: Şarezîn û Yezda.[çavkanî hewce ye]
Nivîs û çîrokên wî ji sala 1997an û vir ve di kovarên bi navê Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Nûdem, Hîwa, Rewşen-name, Kovara W, Notos, Dünya'nin öyküsü, Tîroj, pêveka Özgür Gündem-Ekgündem, Rojnameya Azadiya Welat, Özgür Politika, Xwebûn û malperên bi navê Mehname, Amûde, Diyarname de hatine weşandin.[çavkanî hewce ye]
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Êşbazî, kurteçîrok, Weşanên Sî, 2002
- Bermeqlûb, kurteçîrok, Weşanên Sî, 2003
- Ferhenga Sirgûnê, kurteçîrok, Weşanên Lîs, 2005
- Kitim-Sêbareya Mêrdînê 1, roman, Weşanên Lîs, 2005
- Qerebafon-Sêbareya Mêrdînê 2, roman, Weşanên Do, 2009
- Bavfileh-Sêbareya Mêrdînê 3, roman, Weşanên Do, 2010
- Metamorfoz, kurteçîrok, Weşanên Na, 2012
- Kermêşa Gerok, kurteçîrok, Weşanên Zîbeq, 2012
- Lemi Kermêşa Gerok, çîrokên kurdî/Salnameya 2012-2013-2014an, Weşanên Na, 2013
- Kulîlkên Apê Mûsa, şanonameya zarokan a muzîkalî, Weşanên Zîbeq, 2012
- Danişîna Zimanekî, şanoname, Weşanên Şanoya Şaredariya Mezin a Amedê 2012
- Sergotina Calvino, roman, Weşanên Avesta, 2013
- Hêlange, roman, Weşanên Lîs, 2015
- Pizdank, çîrok, Weşanên Avesta, 2016[çavkanî hewce ye]
- Qerebafon-Sêbareya Mêrdînê 2, roman, Weşanên Avesta/Weşanên Lîs, 2021 (çapa nû)
- Bavfileh-Sêbareya Mêrdînê 3, roman, Weşanên Lîs, 2021 (çapa nû)
- Şevhilat, roman, Weşanên Lîs, 2024
- Moustique Voyageur, roman Jeunesse, Maisond'éditions Vérone, 2024
- Binyat û vegotin: Awireke teorîk li çîrokê, teorî, Weşanên Lîs, 2025
Werger (ji tirkî bo kurdî)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Rojda, Özcan Karabulut, çîrok, Weşanên Avesta/Weşanên Lîs.
- Cam û Kevir, Şükrü Erbaş, (li gel Dilber Hêma), helbest, Weşanên Avesta/Weşanên Lîs
- Êşbazî/Bêbaran, Hicri Izgören, (li gel Lal Laleş), helbest, Weşanên Avesta/Weşanên Lîs
- Dansa Berber, Sirri Ayhan, roman, Weşanên Avesta/Weşanên Na
- Aso, Fatma Köl, roman, Weşanên Avesta/Weşanên Lîs
- Hal, Sabri Erdem, helbest, Weşanên Name
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Yaqob Tilermenî [arşîv] li ser Ansîklopediya Kurdistanê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Cewerî, Firat (2005). Antolojiya çîrokên kurdî (1856-2003), 1-2. Stembol: Nûdem. r. 855.