Pirbûna nezayendî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zêdebûna bêzayendî hat beralîkirin)
Corên pirbûna zîndeweran.

Pirbûn, zêdebûn an jî zorbûn (bi înglîzî: reproduction) yek ji taybetmendiyên bingehîn ên hemû cor ê zîndeweranan e. Zîndewer bi kiryara pirbûnê zindewerên mina xwe çêdikin. Ango bi pirbûnê hêjmara zîndewer zêde dibê. Bi vî awayê gava zîndewer dimire, yên nû çêbûyî cihê wê digirin, loma li ser rûyê erdê nifşa zîndewer didome û naqele.

Di nav zindeweran de karê pirbûnê bi du coran rû dide; hinek bi pirbûna nezayendî, hinek zîndewer jî bi pirbûna zayendî zîndewerên nû çêdikin.

Heke peydabûna weçeyê (nifşa nû) ji xane an jî koma xaneyên yek bavan be, ev cor zêdebûn, wekî pirbûna nezayendî tê navkirin. Li gor zanista polenkirina zîndeweran, hemû zîndewerên li ser rûyê erdê di bin 5 cîhanan de tên dabeşkirin; cîhana bakteriyan, cihana arkeyan, cîhana pêşengeyan(protîst), cîhana karokan, cîhana riwekan û cîhana ajalan. Hemû endamên cîhana bakterî û arkeyan, hinek endamên ji cihana pêşengeyan, hinek zîndewerên ji cihana karokan, hinek endamên cîhana riwekan û cihana ajalan bi pirbûna nezayendî zêde dibin. Ji bo pirbûna nezayendî pêdivî bi xaneyên zayendê (tov û hêk) nîn e. Zindewera nû ango weçe (bi înglîzî: offspring), ji yek bavan (bi înglîzî: parent) çêdibe. Bavan bêzayend e. Ne hewce ye ko ji bo cotbûnê rastê hevserek were. Bi eslê xwe pirbûna nezayendî corek ji dabeşbûna mîtozî ye[1]. weçeyên nûçêbûyî bi her awayî dişibin bavanê xwe[2]. Pirbûna nezayendî li gor pirbûna zayendî, bi awayekî hêsantir, leztir û bi xerckirina enerjiyek kêmtir rû dide[3]. Heke hawirdor guncav be û li hawirdorê guherînên neyînî çênebe, wê gavê bi pirbûna nezayendî, di demek kurt de ji yek bavanek, bi hêjmarek zêde weçe çêdibin.Lê heke hokarên wekî germahî, sermahî, ronahî hwd ên hawirdorê di demek kurt de biguhere, ev rewş li ser jiyana corên bi pirbûna nezayendî zêde dibin de bandorek neyînî dike. Ji ber ko zindewerên bi pirbûna nezayendî zêde dibin ji aliyê bomaweyî (genetîk) de kopyayê hev in, guherînek neyînî ya jîngehê dibe ko hemû endamên corê biqelîne. Wekî mînak; heke hokarek nexweşiya nû di hawîrdora van zîndeweran de belav bibe, ne yek û du lê hemû endamên corê bi carek ve bi wê nexweşiyê dikevin. Bazdan (mutasyon) yek ji hokarên serekî yên hawirdorê ye ko dibe sedema guherîna bomaweyiya zîndeweran. Her çiqas bi pirbûna nezayendî, zîndewerên kopyayên hev peyda dibin jî, bazdan dibe sedema çêbûna texlîdên nû di navbera van zîndeweran de. Bakterî bi pirbûna nezayendî zêde dibin lê ji ber mutasyonan li ser erdê ne yek lê gellek cor û texlîden bakteriyan heye.

Gopikkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Karoka havênê zîndewerk tekxaneyî ye. Ji bo meyandina hevîr û alkolê tê bikaranîn.
 Gotara bingehîn: Gopikkirin

Hinek zîndewerên tekxaneyî û firexaneyî bi gopikkirinê hêjmara xwe zêde dikin. Wekî mînak; hin corên bakterî û karokên havênê zîndewerên têkxaneyî ne û bi gopikkirinê pir dibin. Ajal û riwek firexaneyî ne. Ajalên wekî hîdra, îsfenc, bûka deryayê, hin corên kurmên pan û mercan jî bi gopikkirinê pir dibin.

Di destpêka pirbûna bi gopikkirinê de ji bavan gopikek hûrik ber bi derve dirêj dibe. Bomaweyî ya (genetîk) gopikê , kopyaya ya bavan e. Bi girbûna gopikê, weçe peyda dibe. Weçe dibe ko bi bavan re zeliqî bimîne an jî demek şûnve jê biqete û wekî zîndewerk serbixwe bijî[4].

Dabeşbûna nîvekî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dabeşbûna nîvekî
Bakterî bi dabeşbûna nîvekî pir dibin.

Pirbûna bi dabeşbûna nîvekî bi gelemperî di zindewerên tekxaneyî de rû dide. Bakterî, arke, protîst û korokên havên mînakin bo zindewerên texaneyî ko bi dabeşbûna nîvekî pir dibin. Di dabeşbûna nîvekî de, ji dabeşbûna xaneyek, du xaneyên wekhev peyda dibe[1]. Pêvajoya dabeşbûna nîvekî li hemû zîndeweran de ne yek e, lê duhendebûna ADN an jî krozoman û parvekirina zanyariyên bomaweyî bo herdu xaneyên nû, ji bo hemûyan heman e[1].Di pêvajoya dabeşbûna nîvekî de, zîndewer kromozom an jî ADNya xwe duhende dike, qebareya xaneya xwe zêde dike, paşê dabeşê du beşa dibe, her beşek kopykekî ADN an jî kromozoman digire. Bi vî awayê du zîndewerên kopyayên hev peyda dibe[5].

Parçebûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Parçebûn

Li pirbûna bi parçebûnê de laşê bavan parçe dibe, ji her parçeyek zîndewerek nû çêdibe. Pirbûna bi parçebûnê di nav zîndewerên firexaneyî de rû dide. Hin corên ajal, karok û riwekan li gel pirbûna zayendî, bi parçebûnê, bi awayekê nezayendî jî zêde dibin. Ji bo pirbûnê, parçebûna hin zîndeweran di bin kontrola zîndewerê de, bi awayekî asayî rû dide. Hin perçebûn jî ji ber erîşên nêçîrvanan an jî ji aliyê mirovan ve bi awayekê destkarî rû dide. Ajalên wekî îsfenc, kurmê pan, stêra deryayê, bûka deryayê mînak in bo pirbûna bi parçebûnê li ajalan[3]. Planerîa corek ji kurmên pan e û mînaka herî baş a bo pirbûna bi parçebûnê . Planerîa dikare bi awayekî asyayî xwe parçê bike, ji her parçeyek planerîayê, planerîayên nû çêdibe. Herwisa heke mirov laşê planerîayê bo 3-4 paran parçê bike, û heke jingeh jî guncav be, ji her parçeyek planerîayê, planerîayek nû çêdibe[4]. Îsfenc û mercan du ajalên deryayê ne ko dikarin bi perçebûnê pir bibin. Di laşê îsfencan de pêvajoya pirbûnê bi qetîna komek xaneyên taybet dest pê dike. Xaneyên ji laşê bavan qetiyayî, di hawirdorek guncav de, gir dibe, dibe îsfencek nû[6].

Partenogenez[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Partenogenez
Mêşhingiv bi partenogenezê û bi zayendî pir dibin.

Partenogenez (bi înglîzî: parthenogenesis) corek ji pirbûna nezayendiye ko weçe ji hêka nepîtandî çêdibe[6]. Ango ji bo pirbûna bi partenogenezê hewceya têkiliya zayendî (seksî) nîn e, loma ev pirbûn, wekî peydabûna ji keçîn (bi înglîzî: virgin birth) tê navkirin[7]. Piraniya ajalan bi pirbûna zayendî zêde dibin lê hinek ajal û riwek dikarin bi partenogenezê jî pir bibin. Partenogenez bi gelemperî li ajalên bêbirrbirredar (bi înglîzî: invertebrate), bi taybetî kêzên wekî kêçên avê, spiyên riweka, mozqirtik, mêşhingiv û hin corên mûriyan (gêrik) de rû dide[2]. Herwisa hin ajalên birrbirredar (bi înglîzî: vertebrate) jî bi partenogenezê pir dibin. Wekî mînak, hin corên xişokan, beqan û mesiyan dikarin bi partenogenzê pir dibin[3].

Spordan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Spordan
Serxes riwekek spordar e.

Spordan an jî çêkirina spor (bi înglîzî: spore formation) corek ji pirbûna nezayendî ya hin riwek, karok, kevz û bakteriyan e[8].Spor xaneyek taybet a pirbûnê ye, beyî ko bi xaneyek din ve yek bibe, dikare bi tena serê xwe bibe zîndewerek nû. Spor jî mîna hêkan haploîd in lê ji xaneyên sperm û hêk cûda ne, bi gelemperî hêk bi spermê ve yek dibe, ango pîtandin rû dide, paşê ji hêka pîtandî zîndewerek nû çêdibe. Spor xaneyên haploîdî ne loma ji sporan zindeweren haploîdî peyda dibe, lê hin caran spor bi sporek din ve yek dibe û zîndewerek dîploîdî peyda dibe[2]. Di riwekan de, spor bi gelemperî haploid û tekxaneyî ne û ji hêla miyozê ve di kîsikê spora sporçêkerê (bi înglîzî: sporophyte) de tên çêkirin. Sporçêker (sporafît) dîploîd e. Bi dabeşbûna miyozî ji sporçêkerê sporên haploîd tên çêkirin, spor belavê hawirdorê dibe, di bin şert û mercên guncav de xaneya spor dest bi dabeşîna mîtozî dike û dibe zîndewerek nû. Ev zîndewera nû wekî gametçêker (gametofît) (bi înglîzî:gametophyte) tê navkirin. Gametofît haploîd e û firexaneyî ye, ji wê jî di dawiyê de bi dabeşbûna mîtozê gamet çêdibin. Du gamet bi hevûdu ve yekdibin û zîgotek çêdibe ku diperise bo sporofîtek nû ya dîploîdî . Di çerxa jiyana hin riwekan, karokan û kevzan de pirbûna zayendî û ya nezayendî li dû hev rû didin Ev çerxa pirbûnê wekî nifşên bidor (guhertina nifşan) (bi înglîzî: alternation of generation) tê navkirin[6]. Di riwekên sporçêker (spordan) de tov û kûlîlk tune, kîsikên sporê heye.

Pirbûna vejetayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Pirbûna vejetayî
Tûfirengî bi regên xişok wêçeyên nû çê dike

Pirbûna vejetayî (bi înglîzî: vegetative reproduction) corek ji pirbûna nezayendî ya riwekan e.Bingeha pirbûna vejetayî, beyî ko pîtandin rû bide, bi dabeşbûna mîtozî û nûbûnê (rbi înglîzî: regeneration) peydakirina riwekek nû ye. Ji ber ko ev pirbûn corek ji pirbûna nezayendî ye, riweka nûçêbûyî (weçe) kopyaya riweka bavan e. Pirbûna vejetayî di nav hin riwekan de bi awayekî xwezayî rû dide, lê ji aliyê mirovan ve jî bi awayekî destkarî ji endamên vejetayî riwekên nû tên çêkirin. Pirbûna bi qedê xişok, pirbûna bi rîzom, pirbûna bi tuber, pirbûna bi pîvaz mînakin bo pirbûna vejetayî ya asayî[2].

Riweka tûfirengî (bi înglîzî:strawberry plant) riwekêk bi qedê xişok e. Qedê xişok (bi înglîzî: stolon / runner) ne bi stûnî ber bi jor, lê bi awayekî berwarî, li ser xakê dirêj dibe. Ji gopikên qedê dirêjbûyî, komek reg û pel çê dibin, regên nû xwe bi axê ve girê didin. Heke qedê navbera riweka bavan û ya nû çêbûyî biqete, riweka nûçêbûyî (weçe) wekî riwekek nû ya tûfirengî geş dibe, bi vî awayê hêjmara riwekê zêde dibe[4].

Lûlkirin, qelemçandin û çandina şane hin rêkên sereke yên destkarî ne bo pirkirina riwekan[2].Hin riwek hene êdî nikarin bi pirbûna zayendî zêde bibin. Wekî mînak; riweka muzê û riweka tiriya bêdendik di jîngehê de nikarin bi tena serê xwe bi pirbûna zayendî zêde bibin, divê teqez bi zêdebûna vejetayî bên zêdekirin. Hin caran jî ji bo sedemên aborî riwek bi pirbûna vejatayî tên zêdekirin[9] . Ji bo zêdekirina riwekan, beşek ji reg, qed an jî pelên riwekê tê girtin, vê beşa riwekê wekî qelem (bi înglîzî: scion) tê navkirin. Qelem an ji bo lûlkirinê tê bikaranîn an jî raste rast tê çandin. Di jîngehek guncav de pel û regên qelemê geş dibe qelem dibe şitil. Bo lûlkirinê bi gelemperî qelem bi qedê makeriwekê ve tê yekxistin. Lûle û şaneyên riweka mak bi yên qelemê ve yek dibin. Bi lûlkirinê taybetmendiya riweka mak di demek kin de diguhere.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ a b c d e Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ a b c Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  4. ^ a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "Binary fission". Encyclopedia Britannica, 18 Jul. 2019, [1]. Accessed 17 August 2021.
  6. ^ a b c Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  7. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  8. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "Spore". Encyclopedia Britannica, 7 Feb. 2019, [2]. Accessed 30 August 2021.
  9. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.