Dabeşbûna nîvekî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Zîndewerên yekxaneyi bi dabeşbûna nîvekî zêde dibin

Dabeşbûna mîtozî ji boy zîndewerên eukoryoti yên pirxaneyî dibe sedema zêdebûna xaneyan. Zêdebûna xaneyan ji dibe sedema girbûna şane û endamên zîndewer. Zîndewerên yekxaneyî jî dabeş dibin, lê zîndewerên yekxaneyî yên wekî bakterî, amîb, an jî paramesyum bi mîtoza asayî dabeş nabin. Dabeşbûna van yekxaneyiyan wekî dabeşbûna nîvekî (bi îngîlîzî: Binary fission) tê binavkirin. Dabeşbûna nîvekî dibe sedema zêdebûna zîndewer. Ango dabeşbûna nîvekî cureyek zêdebûna bêzayendî ye. Her çiqas dabeşbûna nîvekî bi gelek aliyan ve dişibe dabeşbûna mîtozî jî, lê dîsa jî bi hin aliyan ve navbera herdu dabeşînan da cudahî heye. Her wisa şiklê dabeşbûna nîvekî di yekxaneyên eukaryotî û prokaryotiyan jî mîna hev nîn e.

Dabeşbûna nîvekî ya bakteriyan[biguherîne]

Bakterî bi dabeşbûna nîvekî zêde dibin

Duhendebûna ADN ya bakterî û sîtokînez bi heman demê de çê dibe, loma qonaxa S tune ye. Her wîsa qonaxên profaz, metafaz, anafaz û telofazê jî tuneyê.

Gavên dabeşbûna nîvekî ya bakteriyan:

  1. ADNya pêçayî ya bakteriyê xwe vedike. Paşê ADN û plazmîd duhende dibin.
  2. Her kopiyek ADN û plazmîdê diçe cemserek xaneyê. Xane gir û dirêjtir dibe.
  3. Di navbera herdu ADNyan de çêkirina diwarê xaneyê dest pê dike.
  4. Dabeşbûna nîvekî ya bakteriyan bê rîsên teşî çê dibe. Proteîna bi navê FtsZ (bi îngilîzî: Filamenting temperature sensitive mutant Z) xaneyê dike du beş.
  5. Xaneyên keçik ADNya xwe ya vekirî dipêçin û gilok dikin. Bi vî awayê, ji bakteriyek du bakteriyên nû yên bi ADN, rîbozom û plazmîd çê dibe.
  6. Herdu xaneyên nû çêbûyî, bi aliyê genetîkî ve heman yek in.

Dabeşbûna nîvekî ya eukaryotan[biguherîne]

Eukaryotiyên yekxaneyî, wekî mînak; amîb, paramesyum û euglena jî bi dabeşbûna nîvekî zêde dibin. Pêkhateya xaneyên eukaryotî ji yên bakteriyan aloztir e. Kromozomên eukaryotan ne yek lê gelek in, kromozom di nav dendikê da ne. Di xaneya bakterî de tenê rîbozom heye, lê xaneyen eukaryotî li gel rîbozoman hemû endamokên xaneyê jî li xwe digirin. Ji ber van sedeman dabeşbûna nîvekî ya eukaryotan bi gelek aliyan va dişibe mîtoza asayî. Cudahiya herî berçav, neparçebûna parzûna dendikê ye. Rîsên teşîyê an di hundirê dendikê de çê dibin an jî di çavikên(por) parzûna dendikê de dikeve nav dendikê û kromozoman parve dike. Dabeşbûna nîvekî ya eukaryotan bi du cureyan pêk tê, dabeşbûna nîvekî ya bi berahî û dabeşbûna nivekî ya bi dirêjkî. Paramesyum bi dabeşbûna nîvekî ya berahî, euglena bi dabeşbûna nîvekî ya bi dirêjkî zêde dibin.


Girêdana derve[biguherîne]