Zêwa êlim

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zêwa êlim, rojeka ku di nav kurdan de piroz tê dîtin. Li Nêzîkî Cizîra Botan li ber girê êlim tê piroz kirin. Bi zêdeyî, girê elim, ji Zewaêlim re weke cihekî navend têt dîtin.Her sal di 16 pûşperê de tê piroz kirin. Di wê rojê de her mal weke ku mewludekê bide xwarinê çêdike û li ser mewludê ji dixwenê û dide xwerin. Di wê rojê de xêrkirin pirr bixêr tê dîtin.

Ev roj, ji kengî ve têt pirozkirin, li ser pir vegotin hene li herêmê.Li gor hinek vegotinan dîroka wê diçê dema Nebî Nuh.Di hinek vegotin ne de jî, Bahsa Îbrahîm xelîl tê kirin û tê gotin ku ji dema wî bidest pirozkirine wê rojê têt kirin.Lê piştî mişahîxê ku bi nav jê re di gotin Êlîimê rim kesk, êdî pir bidest pirozkirinê hatiya kirin. Êlimê Rim Kesk, di dema Hz. Mihemed de jiya bûye.Ew ji di şerekî ku li herêmê dibe, di wî şerî de pekravan dikeve.Cihê ku ew lê pekravan dikeve jî Girê êlim e.

Êlîmê rim kesk, di dema xwe de li Mizgefta Nebî Nuh alimtî ji kiribû. Bi vê yekê re jî, navê wî hebû.Piştî ew pekravan dikeve, êdî li herêmê weke kevneşopiyekê, her sal, ji bo wî bibîr bînin, ji bo wî ji zew têne dayîn. Ew jî têt gotin ku di pûşperê de di wê dema zewa êlim de pekravan ketiye. Di zewaêlim de, têt gotin ku haçiyê zew dide Xizir ji tê mala wî û wan sardan dike.

Girê êlim, li Nêzîkî Cizîre bota ya.Li nêzîki wî girî, li aliyê çepê Gunde mezin û dîrokî Ayserê dikeve.Jê bi ber banî bi aliyê bakur ve ku mirov diçê, mirov digihê gundê Qaraxrabê. Li ber gir bixwe jî gunde Xirabê darik heye. Hinekî ji gir bi xwarê de ji bi aliyê başûr de gundê xirabê Sosina heya. Gir bixwe ji riye hevirişimê bi lingan weke seatekê dûr e.Ji gir bi xwarê de jî şetê Zergûza xwarê diherike. Di Zivistanan de ji Li aliyê Xirabê Sosina ji, şetê Bestê bilind dibe û diherike. Evi û zeviyê girê êlim, har sal bi şînhatina Nergizan re navdar e.